Cenazeya şehîd Nofa Reşo ji bo Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veguhestin

Weke rêzgirtin ji bo têkoşîna wê, Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeya welatparêza bi navê Nofa Îsmaîl Reşo ku dayika 4 şehîdan e ji goristana Hilêliyê veguhestin Goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Cenazeya şehîd Nofa Reşo ji bo Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veguhestin
Cenazeya şehîd Nofa Reşo ji bo Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veguhestin
Cenazeya şehîd Nofa Reşo ji bo Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veguhestin
Cenazeya şehîd Nofa Reşo ji bo Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veguhestin
25 hezîran, 2022   18:06
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyê bajarê Qamişlo di merasîma veguhestina cenazeya Nofa Îsmaîl Reşo ji bo Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo  deamade bûn.

Nofa Reşo di 2015'an de ji ber krîzeke dil di temenê 71 salî koça dawî kiribû, ew dayika 4 şehîdên HPG'ê ye "Semîr Hemdîn (Ehmed),Mustefa Hemdîn(Xeyrî), Îsam Hemdîn(Selman) û Enwer Hemdîn(Orhan).

Merasîm bi kêliyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî.

Necah Gulo bal kişand ser jiyana şehîda têkoşer Nofa Îsmaîl Reşo û got: "Têkoşer Nofa Reşo 4 zarokên xwe da Tevgera Azadiyê û soz dewamkirina berxwedanê da rêber Ocalan."

Li aliyê din bi navê malbata şehîd Nofa Îsmaîl, Şaha Hesarî axivî û got, şehadeta Nofa Îsmaîl sembola şoreşa Rojava bû û wiha anî ziman: "Em soz didin dayika Nofa û rêber Abdullah Ocalan ku dê vîna me bi hêz bimîne û hemû dê Tevgera Azadiyê li ser şopa dayika Nofa pêş bixin."

Paşê beşdaran li gotina Xemgîn Hemdîn kurê dayika Nofa Îsmaîl ku weke deng şandibû guhdar kirin. Xemgîn Hemdîn got: "Dayika me me ji biçûkanî ve fêrî fedekariya ji bo xakê dikir û me fêr dikir ku em ji bo serkeftin û azadiyê canê xwe feda bikin."

Cenazeya şehîd Nofa Îsmaîl li gel berzkirina siloganên silavkirina şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Dayika Nofa di sala 1940 li gundê Hecî Nasir ê li Rojavayê Qamişlo ji dayik bû. Di sala 1980'an de bi rêber Abdullah Ocalan  re li Lubnanê hevdîtin kir û ji wê demê ve li Rojava di nava têkoşînê de bû. Ew yek ji jinên destpêkê yên bajarê Qamişlo bû ku bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî bû.

(şt)

ANHA