Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bikin serî li cihên pêwendîdar dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin
24 hezîran, 2022   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dîtina rêber Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş û malbatan serlêdan kirin.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîh Çetîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî da.