Wezîrê karên Derve yê YE’yê Josep Borrell serdana Tehranê dike

Ji bo ji nû ve vejandina peymana nukleerê bi Îranê re bepirsê siyaseta derve yê YE’yê serdana Tehranê dike.

Wezîrê karên Derve yê YE’yê Josep Borrell serdana Tehranê dike
24 hezîran, 2022   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, desthilatên Îranê ragihand ku berpirsê siysata derve yê YE’yê Josep Borrell êvarê serdana Tehranê dike, ku kedên ji bo jinûve vejandina peymana nukleerê ku ji Adara 2015’an de hate îmzekirin, nîqaş bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zada got dê berpirsê siyaseta derve yê YE’yê Josep Borrell êvarê serdana Tehranê bike û bi wezîrê derve Hisên Emîr Ebdulehyan û du berpirsên din re bicive.

Xetîb Zada da zanîn ku dê di civînê de têkiliyên dualî, hin mijarên herêmî û navneteweyî û rakirina cezayên li ser Îranê werin nîqaşkirin.