Salar Mehmûd: Dewleta Tirk bi çekên NATO’yê destkeftiyên kurdan hedef digire

Siyasetmedar Salar Mehmûd da zanîn ku dewleta Tirk li hember destkeftiyên kurdan teknolojiya NATO’yê hedef digir û got: "Şehîdxistina têkoşeran li Kelarê ji bo me cihê xemgîniyê ye. Divê biryara parlamentoya herêmê ya ji bo derxistina leşkerên Tirk, were bicihanîn. Ji ber ku Tirkiye dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd e."

Salar Mehmûd: Dewleta Tirk bi çekên NATO’yê destkeftiyên kurdan hedef digire
24 hezîran, 2022   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bi balafirên biçek û bêmirov jî li nava gund û bajarên Başûrê Kurdistanê şoreşger û welatparêzên Kurd dike hedef û şehîd dixe.

Çavdêrê siyasî Salar Mehmûd der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews’ê re axivî. Salar Mehmûd, destpêkê bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Kelarê û wiha axivî; “Şehîdxistina têkoşerên li Germiyan ji bo me cihê xemgîniyê ye. Ew cihê ku şehîd Ferhad lê hat şehîdxistin gelek destanên pêşmergeyan hatine tomarkirin. Gelek pêşmergeyên qehreman li wir ji bo azadiya Kurdistanê rastî rejîma Baasê rabibûn. Mixabin dewr û dem hatiye guhertin, têkoşerên me yên Rojava tên û li wir şehîd dikevin."

Salar Mehmûd li ser armanca dewleta Tirk jî destnîşan kir ku dewleta Tirk nûtirîn teknolojiya NATO’yê li beramberî destkeftiyên gelê Kurd bi kar tîne. Mehmûd di berdewama gotina xwe de ev tişt got: “Di heman demê de li dijî destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bi kar tîne. Tirkiye hewl dide yekitiya kurdan parçe bike. Armanc û stratejiya wî ne tenê leşkerî ye, her wiha dibe siyasî û parçekirin jî be. Tirkiye jî wek rejîma Baas siyaseta parçekirin û serdestiyê bi kar tîne.”

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de jî bang kir: “Divê di asta herêm û Iraqê de ev kiryarên Tirkiyê werin şermezarkirin. Bi fermî li gel balyozxaneya Tirkiyê goftugo werin kirin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser vê yekê civînek taybet li dar bixe û biryara jimara 37 ya sala 2003’yan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku taybet ji bo derxistina artêşa Tirkiyê ji xaka Herêma Kurdistanê ye were bicihanîn."