ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-06-2022
23 hezîran, 2022   23:00

-Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, TEV-DEM'ê, daxuyaniyekê li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetên siyasî  anîn ziman ku hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê şehîdxistina Ferhad Şiblî ye û gotin, hedefgirtina Ferhad Şiblî hedefgirtina Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemwextî gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di navbera çeteyan de şer derket. Pisporekî karûbarên komên terorîst jî diyar kir ku ev şer bi fermana dewleta Tirk rû didin û armanc pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk e. (BI WÊNE).

- Hiqûqnas Hesen Misto bikaranîna çekên qedexekirî bi sûcên şer û qirkirinê bi navê kir û  îşaret pê kir ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker da ku bikaranîna çekên qedexekirî bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandar Narîn Qamişlo ku bavê wê serbazekî hikumeta Şamê ye û ji pêkhatyea şîe ye, cihê xwe di nava Meclisa Leşkerî ya Minbicê de digire. Li dijî êriş û gefan bang li ciwanan dike ku îro pêwîstiya welat bi wan heye, divê her kes li dijî dagirkeran berê xwe bide meclisên leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berxwedana taxa Şêxmeqûsdê ku li gorî şerê gel ê şoreşgerî hate raberkirin bi serkeftinê tacîdar bû. Di vê berxwedanê de yekitiya pêkhateyan li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk  adagirker de derket holê. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: "Li hemberî gefên Erdogan em  heman berxwedaniyê nîşan bidin. Bi teqez wê serkeftin para me be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Girê Spî ya dagirkerî, komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dest danîne ser zeviyên çandiniyên yên şêniyên ku hatine koçberkirin. Komên çete di çemê Qeremoxê de bendav çêkirine, bi vê yekê bi hezaran cotkar ji avdana zeviyên xwe yên çandiniyê bê par hiştin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamên PYD'ê teqez kirin ku partiya  wan doza kurdî weke dozeke niştîmanî û mafdar dibîne û û çareseriya krîza Sûrî dê bi diyalog,  jiyana hevbeş û Sûriyeke demokratîk, nenavendî û pirrengî pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA