Bi fermana dewleta Tirk a dagirker çete şerê hev dikin

Hemwextî gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di navbera çeteyan de şer derket. Pisporekî karûbarên komên terorîst jî diyar kir ku ev şer bi fermana dewleta Tirk rû didin û armanc pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk e.

Bi fermana dewleta Tirk a dagirker çete şerê hev dikin
24 hezîran, 2022   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL-GÎVARA ŞÊX NÛR

18'ê vê mehê di navbera çeteyên bi navê "El-Cebhe El-Şamiye" û "Ehrar El-Şam" de ku çeteyên Tehrîr El-Şam "Cebhet El-Nusra" destek dide wan de, şer derket.

Di encama şer de çeteyên ''Tehrîr El-Şam'' derbasî herêma Efrîn û gundewarê bakur û rojhilatê Helebê yê di bin dagirkeriya "Artêşa Niştîmanî" de bûn.

Ev şer piştî civîna 18'an a Astanayê û gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina beşke din ji bakurê Sûriyê qewimî.

Çavdêr dûr nabînin ku ev şer bi fermana MÎTa Tirk ji bo yekirina çeteyan ên ku li ser milê dewleta Tirk bûne bareke aborî pêk hatibe, nemaze ku li Tirkiyê krîzeke mezin a aborî heye.

Çavdêr destnîşan kirin ku şerê di navbera çeteyan de nexşeya herêmê li gor armancên dewleta Tirk ên yekirina herêmê pêk hatin. Dewleta Tirk ji bo pêkanîan armancên xwe rê dide çeteyan ku dawî li hev bînin. Bi wê yekê dewleta Tirk dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne ku serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan di destpêka Gulanê de eşkere ragihandibû ku ew ê milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Dewleta Tirk a dagirker amadekariyan dike ku 200 hezar yekineyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê ava bike û penaberan bi darê zorê lê bi cih bikin.

ŞER BI FERMANA DEWLETA TIRK PÊK HATIN

/kr/uploads/files/2022/06/23/200753_necar.webp

Der barê dema şer de, pisporê karûbarên komên çete Hîşam El-Necar ji ajansa me re anî ziman ku ev şer bi fermana MÎTa Tirk pêk hat û armanca, amadekirina herêmê ji bo

El-Necar got: "Ev veger divê li herêmeke destnîşankirî li ser xeta sînor be, li gor plana dewleta Tirk, divê ev herêm di aliyê rêveberiyê de yekgirtî be da ku civaka navneteweyî piştgirî bide wê rêveberiyê. Ev yek di kongreya Birûksel de pêk hat, Erdogan ji bo pêkanîna vê projeyê pere da ser hev."

Li gor daneyan, ev şer piştî lidarxistina xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê li herêmên dagirkirî pêk hatin, dewleta Tirk ji bo ku balê li ser xwepêşandanan rake rê da di navbera çeteyan de şer derbikeve.

Pisporê karûbarên komên terorîst got: "Ev ne cara yekê ye ku çete şerê hev dikin, lê xaleke girîng ew e ku dewleta Tirk çawa ji bo operasyonên xwe yên leşkerî li Bakurê Sûriyê derfet bigire."

El-Necar detnîşan kir ku dewleta Tirk sûd ji bihêzbûna hin komên çete li ser hesabê komên din digire, taybet bihêzkirina çeteyên ''Heyet Tehrîr El-Şam'' li ser hesabê "Artêşa Niştîmanî" û got: "Gefên Heyet Tehrîr El-Şam ên derbasbûna herêmên Mertala Firatê û Şaxê Zeytûnê, dihêle ku dewleta Tirk baş kontrola xwe li ser çeteyên Artêşa Niştîmanî ferz bike."

Hîşam El-Necar di dewama nirxandinên xwe de got: "Buyera nû derbasbûna çeteyên Tehrîr El-Şam a ku navê wê di lîsteyên terorê de ye ji bo herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de. Di heman demê de herêmên di bin dagirkeriya çeteyên 'Artêşa Niştîmanî' de kêm dibin, taybet piştî ku 'Tehrîr EL-Şam' gihiştin qeraxê Efrînê. Ev jî ihtîmal çêdike ku çeteyên 'Artêşa Niştîmanî' tevlî nava çeteyên 'Tehrîr El-Şam' bibin, da ku yek koma çete bê muxalif çêbibe, fatoreya vê yekê jî dê sivîl bidin. Taybet çeteyên 'Tehrîr El Şam' dixwaze Efrîn dagir bike û xwe ji zexta binkeftina aborî ya li Idlibê xilas bike."

"LI HERÊMA EWLE YA ERDOGAN ARAMÎ TUNE"

Dewleta Tirk a dagirker gelek caran behsa qaşo herêma ewle ji bo vegera penaberan dike, lê li wan herêman çete şerê hev dikin, çetetên DAIŞ'ê hene, kuştin, revandin û destdirêjî çêdibin, ew herêm bûne qada teror, kuştin û sûcan.

El-Necar got: "Li wan herêman tu aramî tuneye, 'herêma ewle' tenê rayedarên dewleta Tirk di xitabên xwe ji bo civaka navneteweyî bi kar tînin, gotina ewle tê wateya aramî û îstiqrar û kontorlê, lê ya rast berevaj e. Li wan herêman şerê di navbera çeteyan, têkçûna rewşa jiyanî, civakî û aborî heye."

(şt)

ANHA