Di bîranîna şehîdên Helincê de: Bêdengiya li hember sûcên Tirkiyê tê wateya hevkariyê

Şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo, di xwepêşandanekê de şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk tê wateya hevkariya di sûcan de.

Di bîranîna şehîdên Helincê de: Bêdengiya li hember sûcên Tirkiyê tê wateya hevkariyê
Di bîranîna şehîdên Helincê de: Bêdengiya li hember sûcên Tirkiyê tê wateya hevkariyê
Di bîranîna şehîdên Helincê de: Bêdengiya li hember sûcên Tirkiyê tê wateya hevkariyê
Di bîranîna şehîdên Helincê de: Bêdengiya li hember sûcên Tirkiyê tê wateya hevkariyê
23 hezîran, 2022   20:21
QAMIŞLO

Rêxistina Kongra Star a navçeya Til Birak a kantona Qamişlo ji bo bîranîna şoreşgerên Komkujiya Helincê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Wesyî di salvbera 2'yemîn a şehadeta wan de, meşek li dar xist. 

Bi dehan şênî beşdarî meşê bûn ku ji Çerxerêya Firneyê ya başûrê navçeyê ber bi Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina şehîdan û berxwedana jinan hatin berzkirin.

Meş li pêşiya navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin endama rêveber a Kongra Star Henan Silêman komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kir û got:  “Em komkujiyên hovane yên li dijî gelên Rojhilata Navîn nexasim jinên şoreşger bi tundî şermezar dikin. Heman demê em hevalên xwe Zehra, Hebûn û Emîne yên ku di encama êrişeke drona dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, bi bîr tînin.”

Henan Silêman destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk tê wateya hevkariya wan di sûcan de, her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji îradeya jinên azad ditirse.

Di dawiya gotina xwe de Henan Silêman bang li tevahiya tevgerên jinan ên cîhanê û gelên cîhanê kir ku ji bo pêkanîna azadiyê xwedî helwesteke dîrokî bin û got: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku sûcên dagirkeriya Tirk bişopînin, wê ceza bikin û dagirkeriya wê bi dawî bikin.”

 (mh)

ANHA