Li Tebqayê şevbuhêrkek helbestan hate lidarxsitin

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Destea Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilaê Sûriyê bi dirûşmeya "Bi destê jinên ciwan em niha û pêşerojê ava dikin" şevbuhêrkek helbestan li dar xist.

Li Tebqayê şevbuhêrkek helbestan hate lidarxsitin
23 hezîran, 2022   19:53
TEBQA

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa, saziyên leşkerî, partiyên siyasî, ciwanên şoreşger û bi sedan şêniyên bajar beşdarî şevbuhêrkê bûn ku li pêşiya navenda çand û huner a Tebqayê hate lidarxistin .

Destpêkê Hevseroka Yekitiya Werzîşê Şeza El-Hisên bixêrhatina beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2022/06/23/191955_damaan-llmwahb-almraah-alshabh-amsyh-sharyh-fy-altbqh-ala-mstwa-shmal-wshrq-swrya-28529.webp

Paşê Seroka Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne El-Mihemed lidarxistina şevbuhêrkê  pîroz kir û got: "Armanca ji lidarxistina vê çalakiyê ew e ku rola jinan bidin nîşandan. Em bi destê jinan niha û pêşerojê ava dikin."

Emîne El-Mihemed îşaret bi rola jinan di avakirina civaka demokratîk de kir û anî ziman ku divê  mafên jinan werin misogerkirin da ku karibin hêz û karînên xwe di civakê de îfade bikin.

Paşê helbestvan Bidûr El-Hecer û Ibtîsam El-Mihemed ji Dêrazorê, Medya El-Silêman ji Reqa, Nara Bekî û Telînaz Elî û Hêvî Mistefa ji Kobanê, Meryem Şerîf, Buşa Mensûr û Bitûl El-Elî ji Tebqa, Heya El-Mihemed ji Minbicê helbest xwendin.

Di dawiyê de beşdar ji aliyê Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin.

ANHA