Li Efrînê welatiyekî din hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji gundê Zivingê yê navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revand

Li Efrînê welatiyekî din hat revandin
23 hezîran, 2022   19:46
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên bi navê “Ceyş El-Îslam” ên  girêdayî dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê “Mesûd Îsmaîl Mendo (Azad)” ê 43 salî û ji gundê Zivingê yê nevçeya Bilbilê revand.

Li gorî heman çavkaniyan,  ev bûyer ji ber qezayeke trafîkê di navbera Mendo û çeteyekî de li taxa Efrîna kevin nêzî mizgefta “Şêx Şiwax” de, qewimî.

Çavkaniyan diyar kirin ku di encama qezayê de tu ziyan negihişt kesî, tevî wê jî çeteyan Mendo bi cihekî nediyar ve birin.

 (mh)

ANHA