​​​​​​​Siyasetmedar: Hikumeta Başûr berpirsê şehîdxistina Ferhad Şiblî ye

Kesayetên siyasî  anîn ziman ku hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê şehîdxistina Ferhad Şiblî ye û gotin, hedefgirtina Ferhad Şiblî hedefgirtina Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye.

​​​​​​​Siyasetmedar: Hikumeta Başûr berpirsê şehîdxistina Ferhad Şiblî ye
24 hezîran, 2022   00:45
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Êrişa li ser Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî rastî bertekên dijwar ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê ku wekî hedefgirtina projeya neteweya demokratîk û Şoreşa 19'ê Tîrmehê destnîşan dikin.

Ferhad Şiblî tevî 3 hevalên xwe, 17'ê Hezîranê di êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirekr a li ser erebeya wî de li navçeya Kelarê ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Ferhad Şiblî yek ji stûnên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di dirêjahiya şoreşê kedeke bê hempa nîşan da. Ji damezirandinên rêveberiyên xweser li gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û di pêşxistina rêgezên biratiya gelan û projeya demokratîk de roleke sereke pêk anîn.

'ŞEHÎDÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

/kr/uploads/files/2022/06/23/192907_-.webp

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûrz El-Zîb anî ziman ku êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên tirsonekan e û got: "Ev êriş me ji xeta şehîdan û berxwedana li dijî projeyên dagirkeriyê dûr naxe."

El-Zîb îşaret pê kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, tevahî pîvanên navneteweyî bin pê dike û wiha pê de çû: "Komployeke mezin li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, ev komplo bi bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêirinên dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê kirin."

Mihemed Nûr El-Zîb bal kişand ser têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî ya ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê ji tevahî gelên herêmê re û diyar kir ku şehîd Ferhad ji bo welat û parastina maf û azadiya tevahî civakê canê xwe feda kir, ji ber vê yekê şehîdê tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

'TÊKOŞÎNA WÎ WÊ BIDOME'

/kr/uploads/files/2022/06/23/192921_-.webp

Sekretêrê Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Nesredîn Îbrahîmî sersaxî ji malbata şehîd Ferhad, gelê Kurd ê Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û ev tişt anî ziman: "Ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Dêrikê ve min şehîd Ferhad Şiblî nas kir. Îro me têkoşer û şoreşgerkî mezin oxir dikin. Şehîd Ferad 29 temenê xwe ji bo pêkanîna azadî, xweserî û mafên hemû gelan veqetand."

 Îbrahîm bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî bidomînin û wiha got: "Divê tevahî gel û partiyên siyasî ji bo têkbirina planên faşîzmê yên hikumeta APK'ê têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî bidomînin."

'ARMANC RÊVEBERIYA XWESER BÛ'

/kr/uploads/files/2022/06/23/192836_-.webp

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî anî ziman ku hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî di çarçoveyê şerê dewleta Tirk a dagirker a ji bo dagirkirna gelek herêman û hedefkirina kesayetên ku di nav projeya demokratîk de kar dikin pêk hat.

Hikmet Hebîb diyar kir ku hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî hedefgirtina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina tevahî pêkhateyên herêmê û hewldanên têkbirina projeya demokratîk e.

Hebîb anî ziman ku hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê şehîdxistina Ferhad Şiblî ye û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku der barê şehîdxistina Ferhad Şiblî de lêpirsînê pêk bîne. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestîne.

'LI SER XAKA IRAQÊ SÛCEKE'

/kr/uploads/files/2022/06/23/192852_-1.webp

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawud di kesayeta şehîd Ferhad Şiblî de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn, her wiha bal kişand ser asta girêndana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şehîd Ferhad re û got: "Hebûna bi hezaran ji pêkhateyên herêmê di merasîmê şehîd Ferhad de dide diyarkirin ku cihê wî di dilê tevahî gelan de heye û rola wî di rêxistinirina civakê, avakirin û pêşxistina Rêveberiya Xweser de xurt bû."

Sîham Dawûd di dawiyê de bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê di xaka Iraqê de ku hewl dide dagir bike bisekine û wiha got:  "Ev sûceke ku li ser xaka Iraqê çêbûye, divê helwesta hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê hebe."

ANHA