Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşmeya "Li dijî xiyaet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" meşek li dar xist û gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan
23 hezîran, 2022   16:42
MINBIC

Meşa li bajarê Minbicê hate lidarxistin, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û şêniyên bajar her wiha şandeyek ji ciwanên herêma Firatê beşdarî wê bûn. Di meşê de ala Partiya Sûriya Pêşerojê hate hildan û dirûşmeyên banga yekitiya Sûriyê hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2022/06/23/162358_aly-mhmd.webp

Meş ji çerxerêya Xebatkarê Paqijiyê ya rojavayê bajar dest pê kir û ber bi navenda ciwanan ve çû. Li wir meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de Berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Elî Mihemed wiha axivî: "Îro em li vir kom bûne da ku peyamekê bighînin dewleta Tirk a dagirker ku binpêkirinan pêk tîne û demografiya herêmên me diguhêre ku em vê yekê qebûl nakin."

Mihemed Elî diyar kir ku her kes planên dewleta Tirk û armanac wê ya berfirehkirin û zilam li dijî gel nas dikin.

Mihemed Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bi hevgirtina xwe li hember dewleta Tirk û çi xeteriya li ser herêmên bisekinin. Ciwan bingeha civak û hêza wan in. Yekitiî û kombûna ciwanên herêma Firat û Minbicê peyamek rast ji dewleta Tirk re ye û yekitiya gelên herêmê nîşan dide."

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelên azadîxwaz bi dawî bû.

(bx)

ANHA