​​​​​​​Li Kobanê konê sersaxiya şehîd Ferhad Şiblî

Şêniyên herêma Firatê berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Ferhad Şiblî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê li bajarê Kobanê vegirtibû.

​​​​​​​Li Kobanê konê sersaxiya şehîd Ferhad Şiblî
23 hezîran, 2022   12:24
KOBANÊ

Konê sersaxiyê li navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê ya li bajarê Kobanê hat vedan. Bi dehan şêniyên herêma Firatê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan û nûnerên partiyên siyasî tev lê bûn.

Di bin konê sersaxiyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed axivî û şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî. Ehmed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bûyerên hedefgirtina welatparêz û şoreşgerên Kurd li ser xaka wê, zelal bike.

Nîhad Ehmed di axaftina xwe de pesna rola şehîd Ferhad Şiblî da û îşaret bi sedemên hedefgirtina wî ji aliyê dewleta Tirk ve kir û got: “Armanca dewleta Tirk ew e ku projeya me ya demokratîk têk bibe, ji ber vê yekê jî stûnên Rêveberiya Xweser dike armanc."

Nîhad Ehmed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bersivê bide pirsên Kurdan ên têkildarî hedefgirtina şoreşgerên Kurd li ser axa Başûrê Kurdistanê. Her wiha bang li hikumeta Iraqê kir ku axa xwe ji binpêkirin û sûcên dewleta Tirk biparêze.

(dm)

ANHA