‛Divê NY’yê li ser sûcên wê hesab ji dewleta Tirk bixwaze’

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê teqez kir ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dermirovî û derqanûnî dike û bang li NY’yê kir ku dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bike û li ser van sûcan hesab jê bixwaze.

‛Divê NY’yê li ser sûcên wê hesab ji dewleta Tirk bixwaze’
23 hezîran, 2022   12:22
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê li pêş avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê ya li Qamişloyê daxuyaniyek da, tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirn.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xesan Xelef daxuyanî xwend. Bi dehan parêzerên herêmê beşdarî daxuyaniyê bûn, alên yekitiyê, wêneyên şehîd Ferhad Şiblî hildan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve hatine dagirkirin û heta roja îro civata naventeweyî çavên xwe li hember hemû sûcên revandin, qetilkirin, tecawîzkirin, wêrankirin, desteserkirina mal û milkan, guhartina demografîk û bi karanîna çekên kîmyewî, girtine û bê deng e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî peymanên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan û di rewşên şer de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcên etnîkî pêk tîne û divê li gorî van sûcan were muhasebekirin.

Têkildarî siyasetên guhartina demografîk li herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tırk a dagirker û çeteyên wê ve, di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku dewleta Tirk a daigrker dest bi projeya bicihkirina milyonek penaber li herêmên dagirkirî kiriye, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Lê civata navnetreweyî der barê vê yekê bê deng e.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê dewletên garantor ên li herêmê helwestên xwe li hember van sûcên dagirkeriya Tirk nîşan bidin û erka xwe ya exlaqî û qanûnî pêk bînin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û projeyên wê yên dagirkeriyê bê deng nemînin.

Li ser dorpêça li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzeran destnîşan kir ku hin dewletên di Konseya Ewlehiyê yên Neteweyî Yekbûyî de siyasetên dualîte dimeşînin û nahêlin deriyê Til Koçer were vekirin ku alîkarî derbasî herêmê bibin, hemwexît wê jî dorpêçeke aborî li ser herêmê heye.

Di dawiyê de Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li pêş çavên civata navneteweyî tên kirin şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî, di serî de NY’yê  û hêzên li Sûriyê aktîf in, kir ku dagirkeriya Tirk bi dawî bikin, hesab bikin û berpirsên ev sûc kirin di dadgehên navneteweyî yên taybet de darizînin û xebata vegera ewlehî ya koçberan bikin.

(fr)

ANHA