Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn

Di salvegera duyemîn a Komkujiya Helincê de, bi sedan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kobanê bi dirûşma "Kuştina jinan xiyaneta li jiyanê ye" meşeke girseyî li dar xist.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê bûyerê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
23 hezîran, 2022   12:32
KOBANÊ

Beşdaran ji têketina gundê Helicê dest bi meşê kir û ber bi Muzexaneya Komkujiya Helincê ve çûn ku mala şehîd Emîne ye û tevî şehîd Zehra û şehîd Hebûn tê de şehîd bûbû.

Beşdaran wêneyên şehîdên azadiyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, rakirin.

Li Muzexaneya Komkujiya Helincê berdevka Kongra Star Remziye Mihemed axivî û got: "Komkujiyên li dijî jinan pêk hatine, ji Parîsê heta Helincê tev de bi armanca şikandina vîna jinan in, lê çi qasî êrişî me bikin jî ew ê hêz û israra jinan xurttir bibe. Îro li dijî êrişkaran vîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dide der û dibêje êdî bes e."

Remziye anî ziman ku şoreşa Rojava wek şoreşa jinan tê naskirin lewma jin bi komkujiyan re rû bi rû ne, dijminan bi hemû rêbazan xwest van şoreşan têk bibin. Remziye îşaret bi têkoşîna jinan a li çiyayên Kurdistanê jî kir û got: "Bi israra xwe vîna dijminê mirovahiyê dişikînin.”

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sare Xelîl bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: "Ev ne komkujiya yekemîn e ku Tirkiyê li dijî jinên têkoşer pêk tîne. Dema em navê Tirkiyê dibêjin, yekser komkujî û hişmendiya mêrên serdest tê bîra mirov."

Sara di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya meşê de wêneyên her sê şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin.

(eh)

ANHA