​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin

Bi diruşma "Ji bo zayîna îro û pêşeroja gelê me, rêber Ocalan fikirê rasteqîn e", Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk li dar xist.

​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hat lidarxistin
22 hezîran, 2022   19:21
REQA

Panel li hola Mişwar bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Alîkarê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen armancên panelê û girîngiya wê destnîşan kir.

Hesen behsa têkoşîna rêber Abdullah Ocalan, felsfeya wî ya azadiya gelên bindest û jinan kir.

Her wiha îşaret bi siyasetên pişaftina çandî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd dimeşîne kir û wiha domand: "Armanca projeya neteweya demokratîk pêkanîna yekitiya gelên herêmê ye, ev proje perovajî projeyên dewlet û kapîtalîzmê ye ku armanc dikin civakê ji hev bixin û fitneyê di navbera gel û mezheban de derxîne."

Wêjevan Fewziya Mirî helbestekli ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan xwend.

Beşdaran li ser mijrê nêrînên xwe anîn ziman, diyar kirin ku projeya neteweya demokratîk ji bo tevahî gelên cîhanî girîng e, her wiha banga girêdana bi welat ve û hevgirtinê li tevahî pêkhateyên herêmê kirin.

ANHA