Şehîdên komkujiya Helincê li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Jinên şoreşger Emîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk de li Rojava şehîd bibûn, li Silêmaniyê bi semînerekê hatin bibîranîn.

Şehîdên komkujiya Helincê li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22 hezîran, 2022   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên şoreşger Emîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk a li gundê Helincê yê Kobanê de şehîd bibûn, li Silêmaniyê bi semînerekê hatin bibîranîn. Gelek jinên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê Kurdistanê tev li semînera bîranînê bûn.

Di semînerê de Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Leyman Şiwêş axivî, her sê jinên şoreşger bi bîranî û got: “Bê dudilî bijîn beşdarî şerê bê navber ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn. Bi taybet ji bo azadiya jin û civakê di eniyên herî pêş de şer kirin. Heta bêhna xwe ya dawî li dijî pergala baviksalarî û kolonyalîzmê ji bo avakirina jiyaneke alternatîf di refên herî pêş de bûn. Erka me ew e ku em li ser rêya ku wan bimeşin û mîrateya wan biparêzin.“

Piştî axaftinan ji aliyê dayikên şehîdan en Rojavayê Kurdistanê ve mûm li ber wêneyên her sê jinên şoreşger hatin pêxistin. Piştre jî li ser jiyan û têkoşîna wan sînevîzyonek hate nîşandan.