​​​​​​​Du sal derbas bûn, lê dagirkeriya Tirk komkujiyên xwe didomîne

Îro du sal di ser komkujiya Helincê re derbas dibin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî 3 jinên şoreşger li Kobanê pêk aniye. Lê hîna jî di pêkanîna komkujiyan li dijî jinan li herêmên dagirkirî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. Jinan li hember van êrişan, soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê û têkbirina dagirkeriyê da.

​​​​​​​Du sal derbas bûn, lê dagirkeriya Tirk komkujiyên xwe didomîne
23 hezîran, 2022   03:25
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Têkoşîna jinên Kurd li Rojava bi derbasbûna rêber Abdullah Ocalan ji herêma Rojhilata Navîn re û xwedîderketina li rêgeza azadiya civakê di azadiya jinan re derbas dibe, destpê kir. Li ser esasa vê rêgezê, jinên kurd tev li têkoşîna rizgariyê ya Kurdistanê bûn û destkeftiyên mezin bi dest xistin û gavên çalak ji bo avakirina civakeke birêxistinkirî avêtin.

Ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker ji hevdgirtina jinan, vîna wê ya azad û demokratîk û pêkanîna gelek destkeftiyan di qadên navneteweyî de, israra wê li ser berdewamkirina têkoşînê heta rizgarkirina hemû jinan li cîhanê ji zulm û koletiyê, ditirse.

/kr/uploads/files/2022/06/22/204509_-.webp

Ji ber wê dagirkeriya Tirk jinên azad di kesayetên têkoşeran jin de dike hedef ku hewl didin edalet, wekhevî û demokratiyê pêk bînin. Em dikarin bêjin ku hedefgirtina jinên azad ên têkoşer ji komkujiya Parîsê dest pê kir. Destê xedrê, li Parîsê 3 jinên Kurd, Sakîna Canzis, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz kirin hedef ku sembola azadiyê û têkoşîna jinên kurd bûn. Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina têkoşîna wan a ji bo pêkanîna azadiyê ji gelê Kurdistanê re, di 9`ê Çileya 2013`an de li Peymangeha Kurdî ya li Parîsê  her sê jinên şoreşger kirin hedef.

Piştî wê bûyerê, dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina jinên têkoşer li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî wê bi taybet li Rojava domand.

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, jinan li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roleke pêşeng û çalak di birêxistinkirin û rizgarkirina jinan de ji zincrên koletiyê û çalakkirina rola wê di civakê de lîstin. Her wiha ji jinên cîhanê re jî bûn sembol. Ji ber wê dewleta Tirk hîna bi rêya hedefgirtina jinên azad, hewl dide gelên herêmê bike hedef û vîna wan têk bibe.

Destkeftiyên ku gelên Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşê de bi dest xistine, ne li gorî kêfa dewleta Tirk a dagirker bû, ji ber wê dest bi êrişên dagirkirinê kir, di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî Efrîn kir, yekser jin kir hedef û bi awayekî eşkere bi cenazeyê şervana YPJ`ê Barîn Kobanê lîst. Heman kiryar di êrişa li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê de dubare bû, dagirkeriya Tirk di 12`ê Cotmeha 2019`an de sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef kir hedef û bi awayekî hovane bi cenazeyê wî lîst.

BI DRONAN ÊRIŞÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIKE

Li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus û Babê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcan li dijî jinan pêk tînin, wan direvînin, dikujin û tecawîz li wan dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên xwe yên bêmirov û biçek, jinan dike hedef da ku vîna wê bişikîne.

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Hezîrana 2020`an de malek li gundê Helincê kir hedef. Di encamê de 2 endamên Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê dayîka Emîne Weysî şehîd bûn.

Her wiha di 25`ê Kanûna 2021`an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker malek li başûrê Kobanê kir hedef, di encamê de 6 endamên Yekitiya Jinên Ciwan  di nav de 3 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hebûn, şehîd bûn.

Her sê şehîdan Nûjiyan Ocalan, Rojbîn Îsa û Viyan Kobanê, hewl didan jinên ciwan bi rêxisitn bikin, têkoşîna jinan li hember dijmin mezin bikin, piştî dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê li hember desthilata baviksalarî û şopandina rêgeza jiyana hevbeş û wekheviya civakî, şehîd bûn.

Di 20`ê Sibata 2022`an de hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Herêma Firatê Ronahî Kobanê, 2 şervanên YPJ`ê Dilar Heleb û Cîhan Kobanê di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî erebeya wan li ser rêya Heleb-Kobanê şehîd bûn.

DIVÊ HEMÛ JIN, TÊKOŞÎNÊ LI HEMBER DEWLETA TIRK A FAŞÎST XURTIR BIKE

Der barê vê mijarê de, dotmama şervana YPJ`ê Kobanê, Leyla Elî got: “Gelek şehîd mîna şehîd Kobanê heye ku ji bo pêkanîna azadiyê û edaletê canê xwe feda kir.”

Leyla Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker jinên azad dike hedef da ku vîna wan bişikîne û hewl dide jin her tim girêdayî mêr û mal be, ji aliyê civakê ve paşguhkirî be û dûrî vîna xwe ya azad û nasnameya xwe ya rastîn be.

Leyla Elî hemû şehîdên azadiyê di kesayeta şehîd Kobanê û şehîdên komkujiya Helincê de bibîr anîn û got: “Hemû şehîdên li Rojava şehîd bûne, keçên vê axê ne, ax û namûsa xwe parastin da ku azadiyê ji hemû jinan re pêk bînin.”

Di dawiyê de Leyla Elî teqez kir ku divê hemû jin berê xwe bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zanist û asoyên xwe firehtir bikin, da ku bi pêş kevin û têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk xurttir bikin û li ser şopa şehîdan bin da ku xwe û gelê xwe azad bikin.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ LI HEMBER SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Jinan ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojî û tê de wekhevî û edalet serwer e û dikare mafên jinan biparêze, gelek fedakarî kirin û tê koşiyan, ji ber di civakê de di têkoşîna azadiyê de xwedî tecrube ye û bingeha wê têkoşînê mîraseke têkoşînê ya binirx heye.

Di têkoşîna xwe ya parastinê de, rêgeza berxwedanê veguherand terzekî ku hemû jinên cîhanê pêk bînin. Her wiha dengê berxwedanê ragihandin gelekan ku tu carî navê gelê Kurd û doza kurd nebihîstine. Wan bi berxwedana Kobanê û jinên Kurd da naskirin, bi taybet ruxmî ku rastî êrişên hovane û dijminane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin.

Ruxmî hemû komkujî û binpêkirinên li dijî gelên herêmê, bi taybet jinan, civata navneteweyî van kirinan paşguh dike tevî ku li dijî pîvanên navneteweyî ne. Tenê şermezar dike lê tu helwesteke cidî ji bo rêgirtina li pêşiya van komkujiyan, nîşan nade. Ev îsbat dike ku ew destekê dide planên dagirkirinê yên dagirkeriya Tirk li herêmê.

(şx)

ANHA