​​​​​​​Çeteyan li Efrînê du welatî revandin

Hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya Efrînê du welatî revandin.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê du welatî revandin
22 hezîran, 2022   18:38
ŞEHBA

Çavkaniyekî diyar kir ku çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê du welatî revandin.

Li gorî heman çavkanî, navên kesên hatine revandin, Xelîl Ebdo (32) û Hisên Şêxo ne.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan kesên revandî bigirin cihekî ne diyar e.

ANHA