​​​​​​​Lêkolînerekî iraqî: Hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bêdeng in

Binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî serdestiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê zêde dibin, bi rêya balafirên bêmirov ên biçek êriş dikin, bêyî hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê helwestekê nîşan bidin. Lêkolînerekî iraqî anî ziman tenê bi berxwedanê dikarin van êrişan têk bibin.

​​​​​​​Lêkolînerekî iraqî: Hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bêdeng in
23 hezîran, 2022   04:50
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker roja înê, li navçeya Kelar a Silêmaniyê wesayîtek kir hedef. Di encamê de 4 kes şehîd bûn, di nav de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî hebû û kesek din birîndar bûn. Her wiha di topbarana li ser gundê Kîsta yê herêma Berwarî Bala ya Başûrê Kurdistanê de, 2 jin birîndar bû.

Çarşema borî jî, balafireke bêrmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclisa Navçeya Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir. Di encamê de zarokek û bapîrê wî şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrişa li ser avahiya  Meclisa Gel a Sinûnê da û bang li raya giştî ya Kurdistanê û hêzên iraqî kir ku helwesteke cidî li hember êrişên qirkirinê nîşan bidin û berpirsyariyên xwe bînin cih.

Ruxmî wê jî, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê bêdeng e. Ji ber bi pêkanîna lihevkirinên bazirganiyê bi dewleta Tirk a dagirker re mijul e. Her wiha helwesta Iraqê jî heman e. Hikumeta Iraqê li hember binpêkirina serdestiya welêt ji aliyê dewleta Tirk ve tu helwesteke cidî nîşan nedaye û çarçoveya dayîna daxuyaniyan derbas nekiriye.

DI NAVBERA KAZIMÎ Û DEWLETA TIRK DE BERJEWENDÎ HENE

/kr/uploads/files/2022/06/22/190558_-.webp

Di vî warî de, endamê Navenda Lêkolîn û Nirxandina Stratejîk  lêkolîner Mueyed El-Elî got: “Binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin zelal in û ne cihê gumanan in. Ev binpêkirinroj bi roj zêdetir dibin. Hêzên dagirker ên Tirk li bakurê Iraqê, bêyî ku hesab ji hikumeta Kazimî bike van kirinan dike. Ev isbat dike ku ev bêdengiya li hember êrişan, xizmeta berjewendiyên Kazimî û dewleta Tirk dike.”

El-Elî bêdengiya hikumeta Kazimî ya li hember binpêkirina serdestiya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve û topbarankirina herêmê, rexne kir û got, hikumeta Iraqê di serî de birêz Kazimî berpirsên van êrişan in.

BERJEWENDÎ Û TIMAYÊN SIYASÎ Û ABORÎ

El-Elî wiha domdand: “Xuyaye erêkirineke amerîkî heye ku Tirkiyê destwerdanê bike da ku berjewendiyan pêk bîne, ne tenê li ser asta Iraqê lê belê, Tirkiye dixwaze ji van êrişan gelek berjewendiyan pêk bîne. ya yekê, herêmên bakurê Iraqê ji bo wê stratejîk in. Ew dixwaze li ser hesabê axa Iraqê li wir hegemoya xwe berfiretir bike. Dixwaze jêderderên petrol û gazê kontrol bike bi taybet ên li Kerkûkê ku Tirk wê weke armanceke stratejîk ji xwe re dibînin. Divê em ji bîr nekin ku hebûna wê li Sincar girêdayî rêya Herîr (Hevrîşmê) ye. Yanî armancên siyasî, aborî û bazirganî hene ku Tirkiye bi rêya van binpêkirina, dagirkirina hovane ji herêmên bakurê Iraqê re pêk bîne.”

ALOZIYA SIYASÎ YA LI IRAQÊ RÊ LI PÊŞIYA PÊKANÎNA BINPÊKIRINA VEDIKE

Aloziya siyasî ya li Iraqê li gel, aloziya dosyaya hilbijartina serokê welêt û hikumeta nû, didome. Ruxmî derbasbûna gelek mehan di ser lidarxistina hilbijartinan di Cotmeha borî de, lê aloziya siyasî bi taybet piştî îstîfakirina namzetên Şepêla El-Sadirî girêktir bû.

Der barê vê yekê de lêkolîner Mueyed El-Elî got: “Şert û mercên siyasî, aloziya siyasî ku xebatên siyasî tê re derbas dibe, rê dide Tirkiyê ku serdestiya Iraqê binpê bike. Ji ber baş dizane ku aliyên nakok ên Iraqê bi danûstandinan mijul bûne. Li aliyekî blokên siyasî vekişîn, li aliyekî din blokên siyasî li ser projeyeke diyar bi israr in. Ev rewşa parçebûna siyasî ya tengav, derfetê dide Tirkiyê û dewletên din ku destwerdana kar û barên siyasî yên Iraqê bikin û axa wê ji xwe re helal bikin.”

'ŞERMEZARKIRIN TÊRÊ NAKE, DIVÊ BERXWEDAN BÊ ÇALAKKIRIN'

Lêkolînerê iraqî wiha domand: “Şermezarkirin têrê nake. Divê hewldanên hikumetê û hewldanên parlamentoyê hevgirtî bin. Daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê jî gelek zaîf bû û nedigihaşt asta bûyerê, Ji ber serdestiya Iraqê tê binpêkirin û xwîna iraqiyan li bakurê Iraqê tê rijandin. Divê dewleta Iraqê wan biparêze.”

Têkildarî bêdengiya PDK`ê jî El-Elî got: “Siyasetmedarên Kurd ên li bakurê Iraqê li hember van binpêkirina bêdeng in. Ji vir xuya dibe ku berjewendiyên hevbeş di navbera her du aliyan de hene yanî di navbera PDK û Tirkiyê de. Ji ber wê, topbarankirin û hedefgirtina herêmên Iraqê paşguh dike.”

El-Elî wiha pê de çû: ''Ev binpêkirinê neyên qebûlkirin û têne şermezarkirin. Divê hikumeta Iraqê û parlamento, bi şermezarkirin û dayîna daxuyaniyan helwest nîşan nedin. Divê dosyayên din li hember aliyê tirk aktîf bikin di nav de dosyaya aborî. Ji ber di navbera Iraq û Tirkiyê de lihevkirinên bazirganî yên mezin hene. Gihaştiye wê astê ku Tirkiyê dewleta yekemîn e ku veguhastina bazirganî bi Iraqê re dike. Yanî em dikarin wê wek çekeke zextê li Tirkiyê bikin yan jî vebijêrkên din bi kar bînin.”

Di dawiyê de El-Elî got: “Gelek komên berxwedanê hene, helwesta wan li hember diyar bû ku baregehên Tirkiyê li Kurdistanê topbaran kirin. Ev yek ji rêbazên şikandina êrişên Tirkiyê ne. Tê payîn ku li meydanê bin û vê dosyayê çareser bikin.”

(şx)

ANHA