Li Kobanê çalakiya xwedîderektina li berxwedana gerîla

Li bajarê Kobanê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker şahiyek hat lidarxistin.

Li Kobanê çalakiya xwedîderektina li berxwedana gerîla
Li Kobanê çalakiya xwedîderektina li berxwedana gerîla
Li Kobanê çalakiya xwedîderektina li berxwedana gerîla
Li Kobanê çalakiya xwedîderektina li berxwedana gerîla
Li Kobanê çalakiya xwedîderektina li berxwedana gerîla
Li Kobanê çalakiya xwedîderektina li berxwedana gerîla
22 hezîran, 2022   17:58
KOBANÊ

Şahî bi diruşma "Werin cenga azadiyê", ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajar beşdarî şahiyê bûn.

Piştî rêzgirtinê, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla bêçare ma, ji ber vê yekê  êrişên xwe li ser gelê Kurd, li çiyayên Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê zêde kir.

Mihemed Mehmûd got ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî têkoşînê bidomînin.

Şahî bi geradina xelkên govendê û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA