Koçberên Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin

Bi sedan koçberên li Kampa Girê Spî dimînin û şêniyên Kantona Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin.

Koçberên Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin
Koçberên Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin
Koçberên Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin
Koçberên Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin
Koçberên Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin
Koçberên Girê Spî ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî xwestin
22 hezîran, 2022   13:49
EYN ÎSA

Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî, konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî li qada kampê veda.

Bi sedan koçberên li kampê dimînin, karmendên sazî û komîteyên kantonê, nûnerên partiyan, Kongra Star, rûspî û şêx êlên herêmê herikîn bin kon.

Di merasîmê de, gelek axaftina hatin kirin û hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî hatin şermezarkirin. Her wiha bal hate kişandin ser têkoşîna şehîd Ferad Şiblî di serxistina projeya Rêveberiya Xweser.

Bi navê Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriya Mihemed El-Ebûd got, şehîd Ferhad rolek di danîna kevira yekemîn a projeya Rêveberiya Xweser de lîst ku gelek xebat ji şêniyên herêmê re pêşkêş kirin û rolek di ji nû ve avakirina binesaziya wê de lîst.

Ebûd bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku der barê şehîdxistina Ferhad Şiblî û hevalên wî de helwesta xwe zelal bike. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dadgirker bixwaze.

Berdevkê Komîteya Ewqafê ya kantona Girê Spî Mele Mihemed Xêr jî destnîşan kir ku fedakariyên şehîd Ferahd Şiblî ji bo xizmeta gelên herêmê kirine, bêhempa ne.

Her wiha cîgirê Hevserokatiya Kantona Girê Spî Sabrî Nebo axivî û soza şopandina rêya şehîdan, parastina destkeftiyên şoreşê da ku şehîd Ferhad banga wê kirine û hewl daye pêk bîne û got: “Hewldanên wî di rêveberiyeke xweser de encamdar bûn ku xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(şx)

ANHA