​​​​​​​Çeteyan li Efrînê li malbateke Kurd da û ew ji malê derxistin

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Sindiyankê li malbatekê daye û dest daniye ser mala wan.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê li malbateke Kurd da û ew ji malê derxistin
22 hezîran, 2022   12:52
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên ‘Ceyş Şerqiye’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Sindiyankê bi cih dibin, bi awayekî hovane li malbateke Kurd a ji 8 kesan pêk tê û 2 ji wan temenmezin in, daye.

Çavkanî da zanîn ku malbat ji aliyê zêdetirî 20 çeteyan ve rastî lêdanê hatiye, malbata welatiyê bi navê Ezîz Hemo (50) û kurê wî yê mezin e ku bi malbata ‘Kurîş’ tê nasîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku malbatê av ji ser çeteyekî Ceyş Şerqiyê qut kiriye û çeteyan êrişî malbatê kiriye û piştî ku Ezîz Hemo û malbatê wî ji malê derxistin, şandin navçeya Cindirêsê û paşê jî dest danîn ser malê.

Ji bo ku şêniyan bidin koçberkirin û malên wan desteser bikin, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên resen roj bi roj zêdetir dibin.

Ji beriya çend rojan de, komên çeteyan ên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û navîn bi hev ketine û di encama şerê çeteyan de kuştî û birîndar çêbûn. Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet Nusra ya berê) li navçeya Cindirêsê û gundên wê bi cih bûne.

(dm)