Yekitiya Pîşesazên Tibî ya Tebqayê hat avakirin

Rêxistinên Civaka Sivîl bi koordîneya Yekitiya Pîşesazên Tibî ya Herêma Cizîrê bi dirûşma “Pêşxistina asta pîşesazên tibî ji aliyê akademî, pîşeyî û teknolojî ve”, kongreya xwe ya damezrîner li Tebqayê li dar xist.

Yekitiya Pîşesazên Tibî ya Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Pîşesazên Tibî ya Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Pîşesazên Tibî ya Tebqayê hat avakirin
22 hezîran, 2022   13:54
TEBQA

Kongre hola Nexweşxaneya Watanî ya Tebqayê li dar xist. Gelek mêvan ji saziyên sivîl, leşkerî, partî, komîteyên jinan, nûnerên Yekitiyên Rêxistinên Civaka Sivîl û pirsporên pîşesazên tibî di kongreyê de beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/06/22/130533_stam-alfrj.webp

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê Satam El-Ferec bi xêrhatine beşdaran kir û got: “Ji ber pêwîstiya bilez a birêxistinkirina civakê, me kongreya xwe li dar xist. Bi rêya birêxistinkirina beşên civakê li gorî pisporiyê di nav rêxistinê sandîkayên hevgirtî, wê demê em ê civakek pêşketî û xwe nirx ava bikin.”

Her wiha Satam El-Ferec destnîşan kir ku bi vê birêxistinkirinê, dê civak bi hêztir û hevgirtîtir be, dê li hember hemû aloziyan bisekine ji ber birêxistinkirina rastîn û rast bingeha avakirina civakan saxlem e.

Her wiha El-Ferec anî ziman ku lidarxistina kongreyê, delîleke mezin ji cîhanê re re ye ku şêniyên herêmê, di pêkanîna projeya neteweya demokratîk û parastina destkeftiyên xwe û rizgarkirina herêmên xwe de berdewam in.

Piştî wê, dîwanek ku ji hevserokê Yekitiya Pîşesazên Tibî ya Herêma Cizîrê Mazin El-Şêx, hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqa Satam El-Ferec û hevseroka Yekitiya Pîşesazên Tibî ya Tebqayê Meryem El-Zeko ji dîwana kongreyê hatin diyarkirin.

Endamên dîwanê jî, rêziknameya Yekitiya Pîşesazên Tibî û armanca wê, erkên wê, mafên endamên wê, xwend û beşdaran li ser erê kir.

Bi rêya dengdayîna yekser, hevserokatiyeke nû ya Yekitiya Pîşesazên Tibî û 9 nûnerên beşên pîşesazên tibî li Tebqayê hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de endamên hilbijartin sond xwarin ku dilsozê karê xwe bin û li gorî pîvanên neteweya demokratîk û ji bo pêkanîna wê kar bikin.

(şx)

ANHA