Li Ezaza dagirkirî çeteyan keçeke17 salî revand

Li bajarê Ezazê yê dagirkirî keçeke 17 salî ji aliyê çeteyên “Ehrar Şam” ve ji ser bendeke kontrolê hat revandin û ber bi cihekî ne diyar ve hat birin.

Li Ezaza dagirkirî çeteyan keçeke17 salî revand
22 hezîran, 2022   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, Merî Mistefa Temo ya 17 salî li ser bendeke kontrolê ya çeteyên “Ehrar Şam” hatiye revandin.

Merî Mistefa Temo ji gundê tiltanê yê navçeya Ixterîn ya gundewarê bajara Ezazê yê dagirkirî ye. 

Çavkanî diyar kir ku jina ji aliyê çeteyan ve hate revandin, ber bi cihek ne diyar ve hat birin û aqûbeta wê nayê zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, sûcên kuştin û revandinê li djiî jin û zarokan bênavber dewam dikin. Herî dawî di 12`ê Hezîranê de li bajarê Babê yê dagirkirî zaroka 5 salî ya ji koçberên bajarê Humsê ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagiker ve hatibû tecawizkirin.

(cx)

ANHA