Kongra Star hedefgirtina têkoşer Ferhad Şiblî li Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Kongra Star hedefgirtina Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî ‎şermezar kir û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku der barê êrişa li ser xaka Başûr pêk hatiye ‎de, tavilê lêpirsînê veke.‎

Kongra Star hedefgirtina têkoşer Ferhad Şiblî li Başûrê Kurdistanê şermezar kir
20 hezîran, 2022   11:17
‎ QAMIŞLO

Têkildarî hedefgirtina balafireke bêmirov a dewleta Tirk ji erebeya Cîgirê Hevserokatiya Meclisa ‎Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li Kelarê ya Başûrê Kurdistanê ‎ku di encamê Ferhad Şiblî û hevrêyên wî şehdî bûn, Kongra Star daxuyaniyek da.‎

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî ji bo dermankirinê çûbû ‎Başûrê Kurdistanê.‎

Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got: “Roja 17`ê Hezîranê balafireke bêmirov a biçek a ‎dewleta Tirk li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdisatnê erebeyeke sivîl hedef girt, di encamê de ‎Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û hevrêyên wî şehîd bûn.‎

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan hedef ‎digire û cîhan li hember kiryarên dewleta Tirk li herêmê bê deng e.‎

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên dagirkirina parçeyên din ji ‎axa Sûriyê û ev tişt got: "Armanc ji wan bihaneyên derew ew e ku Mîsaqî Millî û Osmaniya têkçûyî ‎pêk bîne, her wiha projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk bi bin bixe."‎

Di berdewama Kongra Star de hate eşkerekirin ku siyasetên dewleta Tirk êdê ji her kesî ve xuya ‎ne, şer ragihand. Bi wê yekê hemû lihevkirin û peymanên navneteweyî û mirovî binpê dike. Dewleta ‎Tirk li dijî gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen komkujiyan pêk tîne. ‎

Kongra Star di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, hemû hêzên navneteweyî, rêxistinên ‎mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî rabin, pêşî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ‎bigirin û hesab ji her kesê destê xwe di hedefgirtina Ferhad Şiblî de heye, bixwazin.‎

Di dawiyê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê têkildarî ‎binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê bi rêya balafirên bêmirov û hedefgirtina ‎kesayetên welatparêz ji aliyê dewleta Tirk ve, tavilê lêpirsînê veke û li gel Konseya Ewlehiyê gilî bike.‎

ANHA