Di êrişeke DAIŞ`ê de hejmareke leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku di encama hedefgirtina erbeyekê li herêma Cebel Beşerî ya çolistana Reqayê de, 15 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Di êrişeke DAIŞ`ê de hejmareke leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
20 hezîran, 2022   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li herêma Cebel Beşerî ya çolistana Reqayê leşkerên hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de herî kêm 15 leşker hatin kuştin. Ji ber ku rewşa hin birîndaran xeter e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Medya fermî ya hikumeta Şamê jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî, ragihand ku vê sibê derdora saet 06:30`an de terorîstan li ser rêya Reqa-Humsê ya li herêma El-Cîre otobîseke sivîlan kir armanc, di encamê de 11 leşker û 2 sivîl hatin kuştin û 3 leşker birîndar bûn.

(eh)