Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎

Ji ber şer û pevçûnên di navbera komên çete de, li herêmên bakurê Sûriyê yên dewleta Tirk dagir kirine, alozî heye. Bi wê yekê dagirkeriya Tirk hewl da çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam derbasî herêmên Efrînê û bejahiyên bakur û rojhilatê Helebê yên dagirkirî bike.

Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎
Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎
Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎
Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎
Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎
Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎
Şerê çeteyên li herêmên dagirkirî çima û çawa dest pê kir?‎
20 hezîran, 2022   11:23
 ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Roja şemiyê di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiye û Ehrar El-Şam de yên girêdayî dagirkeriya Tirk li gundên Babê şerekî dijwar dest pê kir û ev şer ji Cerablusê heta gundên Efrînê yên dagirkirî belav bû.

Çeteyên Firqeya 32’yan ên girêdayî Cebhet El-Şamiye veqetîn û tev li çeteyên Ehrar El-Şam bûn ku ev yek jî sedemek şer e. ‎

Çeteyên Cebhet El-Şamiye hemleyeke leşkerî ya mezin li dijî gundên bakurê rojhilatê Helebê ku tê de çeteyên Ehrar El-Şam ‎û Firqeya 32'yan hene, pêk anî. Sewqiyetên ‎leşkerî yên mezin birin herêmê, her wiha topavêjên giran li têketinên bajarokên Exterîn, Raî û Babê danîn. ‎

Çeteyên Cebhet El-Şamiye, çeteyên Ehrar El-Şam û Firqeya 32'yan ji gelek gundên Babê piştî ku ‎şerên giran di navbera wan de çêbû, derxistin û bi dehan malbatên çeteyan ku tê de ‎serçeteyê Ehrar El-Şam ê bi navê Ebo Decane El-Kurdî heye, revandin.‎

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam sewqiyetên leşkerî yên mezin ber bi bajarê Babê ve birin da ku ‎piştgiriya Ehrar El-Şam li dijî çeteyên Cebhet El-Şamiye bikin.‎

Şerê ku heta niha berdewam e, gihaşt gundewarên Efrîna dagirkirî û di encama wê de kuştî ‎û birîndar ji çete û sivîlan çêbûn.‎

ÇETEYÊN HEYET TEHRÎR EL-ŞAM ÇAWA KETIN EFRÎNÊ?‎

Beriya 2 rojan, êvarê çeteyên Feylaq El-Şam ji gundewarên navçeya Şêrawa ya başûr ‎navenda bajarê Efrînê vekişîn û li şûna wan çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi cih bûn û dest bi ‎hemleyeke leşkerî ya mezin li dijî çeteyên Artêşa Nîştimanî kir, da ku deriyê ‎Xezawiyê yê di navbera gundên kantona Efrîn û bajarê Idlibê de ye, kontrol bike, li kêleka wê jî deriyê gundê Dêr Belût ê li navçeya Cindirêsî yên bi ser sînorê Tirkiyê ve kontrol kir.

Beriya çend seatan ji kontrolkirina deriyên ber bi gundên Idlibê ve ji hêla çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve, çeteyên Artêşa Nîştimanî hemû rê û deriyên ber bi herêên di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam ên li Idlibê ne, girtin. Heyet Tehrîr El-Şam jî bi erêkirina dagirkeriya Tirk êrişeke leşkerî li dijî çeteyên Artêşa Nîştimanî li gundên Efrîna dagirkirî pêk anî.

Piştî artêşa Tirk a dagirker ji bendên têketina bajarê Efrînê vekişîn û çûn baregehên xwe, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam roja şemiyê nîvê şevê derbasî navçeya Cindirêsê bû û tevahî gundên girêdayî wê kontrol kirin û ber bi navenda Efrînê ve çûn.

Di encama şerê domdar ê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Artêşa Nîştimanî ‎yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, gelek çeteyên li gundewarên Efrînê revîn, her ‎wiha gelek birîndar û kuştî çêbûn.‎

Li gorî çavkaniyên taybet, civîneke sêalî navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Artêşa Nîştimanî ‎bi sponseriya îstixbarata Tirkiyê hat lidarxistin, lê belê ew negihaştin tu encamê. Her wiha ‎careke din Heyet Tehrîr El-Şam gelek gundên Efrîna dagirkirî kontrol kirin.‎

Çavkaniyan diyar ku yek ji encamên civîna Astanayê ew e ku çeteyên Artêşa Nîştimanî bi yên ‎Heyet Tehrîr El-Şam ve li herêmên ku dewleta Tirk li bakurê Sûriye dagir kirine, werin guhartin.

Heyet Tehrîr El-Şam bi serkêşiya serçete Ebû Mihemed El-Colanî duh hemleyeke leşkerî li dijî çeteyên Artêşa Nîştimanî li herêmên Efrîn, Ezaz, Marî, Bab û Cerablusê ragihandibû.

Welatiyên li herêmên dagirkirî ji şer û komkujiyên ji aliyê çeteyên Cebhet El-‎Nusra ve ku di lîsteya terorê ya cîhanê de ye û Artêşa Nîştimanî ku talan, dizî û qetil li dijî şêniyên herêmê ji 18’ê Adara 2018’an de pêk anîn, metirsîdar in.  

KEMBERA REŞ

Di 26'ê Gulanê de, Navenda Ragihandinê ya QSD'ê daxuyaniyek dabû û tê de agahiyên ‎der barê liv û tevgerên çeteyên dagirkeriya Tirk li eniyên şer eşkere kiribûn.

Gelek rapor ji çavkaniyên hatin û tê de hatin piştrastkirin ku çeteyên rêxistina Huras El-Dîn a terorîst li gundên Kibêşîn û Basûtê yên gundewarên başûrê Efrînê, li gelek nuqteyên eniyên şer ên başûr bi cih bûne, ew yek jî hemwextî derketina çeteyên Feyleq El-Şam ji wan gundan ji hêla îstîxbarata Tirkiyê ve, pêk hat. ‎

Heman çavkanî piştrast kir ku zêdetirî 300 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundên Fafirtîn û ‎Bazîre bi cih bûn û berê jî li gundên Basûfan û herêma Şêx Aqîl li gundewarên başûrê Efrînê ‎bi cih bûbûn. Ew yek piştî civîna serçeteyên komên dagirkeriya Tirk li bajarê Sermeda yê Idlibê bi destekdayîna dewleta Tirk çêbûye, pêk hat. Her du aliyan li ser bicihbûna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê li eniyên şer ên bakurê rojhilatê Helebê û hêsankirina tevgerên wan li Efrîn, Bab û Cerablusê yên dagirkirî, li hev kirin.

Belavkirina nû ya komên terorîst, di serî de Huras El-Dîn û Heyet Tehrîr El-Şamê di çarçoveya planên dewleta Tirk a dagirker ên avakirina Kembera Reş ji endamên terorîst li eniyên şer pêk tê, ji başûrê Efrînê bigire heta bi Minbic û gundewarên rojavayê Kobanê, da ku van çeteyên di çi şerekî nû de bi kar bînin. ‎

‏(dm)

ANHA