​​​​​​​Kongreya PYD`ê di roja sêyemîn de dewam dike

Kongreya 9`emîn a PYD`ê ji ber ku cudakirina dengên ji bo endamên Meclisa Giştî ya partiyê hatine pêşniyarkirin bi dawî nekir, rojek li kar û xebata wê hate zêdekirin. Tê payîn îro cudakirina dengan bi dawî bibe, Komîteya Disîplînê were hilbijartin û encamname were ragihandin.

​​​​​​​Kongreya PYD`ê di roja sêyemîn de dewam dike
20 hezîran, 2022   08:08
HESEKÊ

Di kongreyê de ku bi dirûşma "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" tê lidarxistin, rapora salane û ya xebata partiyê ya dewreya derbasbûyî hate xwendin û rêzikname hate erêkirin, Asya Ebdullah û Salih Muslim wek hevserok hatin hilbijartin û ji bo bernamzetên meclisa giştî dengdan pêk hat.

Kar û xebata kongreyê di roja sêyemîm de dewam dike û ew ê dengên ji bo endamên Meclisa Giştî ya partiyê ku 145 kes in, werin cudakirin.

Tê payîn ku Komîteya Disîplînê ya partiyê were hilbijartin û di dawiyê de jî encamnameya kongreyê were ragihandin. Diviyabû kongreyê 2 rojan dewam bikira lê duh biryar hate dayîn ku bibe 3 roj.

(eh)

ANHA