​​​​​​​Di Roja Penaberan de banga vekirina dergeha Til Koçer hate kirin

Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên NY`yê kir ku li hemberî bi hezaran koçber û penaberan bi erka xwe rabin û dergeha Til Koçber were vekirin.

​​​​​​​Di Roja Penaberan de banga vekirina dergeha Til Koçer hate kirin
20 hezîran, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN  

Bi boneya 20 Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da û tê de ev bang kir: "Divê rêxistinên mafên mirovan û saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî bi hezaran koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "NY`yê 20`ê Hezîranê wek Roja Penaberan a Cîhanê diyar kir da ku balê bikişîne ser zehmetî û azarên wan, ji ber ku di encama şeran de neçar man ji welatên xwe bar bikin. Ji erka dewletan e ku penaberan pêşwazî bikin û piştgiriya madî û manewî bidin wan da ku mafên xwe mîsoger bikin û heta vegera warên xwe jiyana xwe ya asayî bidomînin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran koçberên sûrî û bi hezaran penaberên iraqî pêşwazî kirine û kamp ji wan re ava kirin. Di heman demê de li gorî derfetên xwe û ruxmî ambargo û girtina dergehan hewcedariyên wan dabîn dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Roja Penaberan a Cîhanê de divê rêxistinên mafên mirovan û saziyên NY`yê li hemberî van koçber û penaberan bi erka xwe rabin, her wiha zextê li hikumeta Tirk bikin da ku vegereke ewle ji penaberên bi darê zorê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derketine, dabîn bike. Her wiha avahiyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî lê dike rawestîne û bi biryareke navneteweyî dergeha Til Koçber li pêşiya alîkariyên mirovî veke.

(eh)

ANHA