​​​​​​​Kesên nenas agir berda zeviyên gundekî li ser sînor

Duh êvarê kesên nenas agir bi zeviyên şêniyên gundê Dilavê Kera yê navçeya Girkê Legê yê li ser sînor xist.

​​​​​​​Kesên nenas agir berda zeviyên gundekî li ser sînor
20 hezîran, 2022   06:47
QAMIŞLO

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku kesên nenas agir bi zeviyên genim ên şêniyên gundê Dilavê Kera yê bakurê Girkê Legê yê li ser sînorê Tirkiyê xistiye.

Gundiyan karîbû şewatê vemirînin, lê di encama şewatê de nêzî 3 donim erd şewitî.

ANHA