Rojnameyên erebî: Şerê li ‘herêma ewle ya Erdogan’ berdewam e

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine behsa şerê di navbera çeteyên li herêmên dagirkirî de, aloziya Bexda-Hewlêrê û şerê Ukraynayê kir.

Rojnameyên erebî: Şerê li ‘herêma ewle ya Erdogan’ berdewam e
20 hezîran, 2022   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI BAKURÊ SÛRIYÊ ŞEREKÎ TUND HEYE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan nivîsî: “Li gel kêmbûna koordîneyê ya di navbera aliyên navneteweyî de li Sûriyê û mijûlbûna hikumeta Sûriyê bi dozên aborî û jiyanî, rêxistina DAIŞ`ê li 2 herêmên li rojhilatê welêt aktîf e û êrişan pêk tîne. Operasyonên ewlehiyê yên ji bo tunekirina DAIŞ`ê didomin.

Çekdarên DAIŞ`ê bi hejmarên mezin belav dibin û li dijî hêzên artêşa Sûriyê êrişan dikin. Çavkaniyên çapemeniyê yên xwecih ragihand ku hin çekdaran wesayîteke leşkerî dema ji bajarê Sexne berê xwe dida Tedmurê kir hedef, di encama êrişê de kesên di wesayîtê de hatin kuştin.

Rojnameyê li gorî çavkaniyan got, di saetên dawîn de ji herêma Serêkaniyê ya bakur rojavayê Hesekê ji ber şerê dijwar ê di navbera komên çeteyên alîgirên Tirkiyê de, bi sedan malbat koçber bûne.

Rojnameyê da zanîn ku karwanekî leşkerî yê ji sedan wesayîtên leşkerî û sedan leşkerên Cebhet El-Nusra pêk tê, roja yekşemê yekem car derbasî herêmên li Efrînê bûn ku di bin kontrola komên girêdayî Tirkiyê de ye.

Rojnameyê diyar kir ku El-Nusra hêz şand Efrînê da ku di şerê li dijî ‘Cebhe Şamiyê’ de piştevaniya ‘Tevgera Ehrar Şam’ bike. Her wiha destnîşan kir ku di encama şerê ji şemiyê berdewam dike de, zêdetirî 20 kuştî û birîndar hene ku hinek ji wan sivîl in.”

‘REXNE FIRSENDÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA PETROLÊ YA BEXDA-HEWLÊRÊ BI GIRÊK DIKIN’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb nivîsand: "Wezîrê petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar duh gotibû hikumê Dadgeha Federal di Sibatê de daye ku qanûna petrolê û gazê ya li herêma Kurdistanê ne destûrî ye, dê bi rêya hemû alavên qanûnî bikeve meriyetê. Ev yek kûrbûna aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan dide.

Aloziya di navbera Hikumeta Federal û Herêma Kurdistanê ya bakurê Iraqê di demên dawîn de kûrtir bû, nexasim piştî ku wezîrê darayî yê Iraqê Elî Ebdullemîr Elawî şandina pereyên ji hikumeta Hewlêrê re hatiye veqetandin, rawestand.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî roja şemiyê anî ziman ku divê destûra Iraqê di navbera Bexda û Hewlêrê de be.

Elawî roja înê di civîneke çapemeniyê de rawestandina pereyên ji bo hikumeta Hewlêrê ya têkildarî îsal heta çareserkirina dosya petrolê ragihandibû. Her wiha gotibû hinardeyên herêma Kurdistanê ji petrolê piştî biryara Dadgeha Federal ne rewa ye.

Herêma Kurdistanê ji 2009`an ve li gorî qanûna petrol û gazê ya herêmê ku 2007`an parlamentoya herêmê li ser erê kiriye, ji derveyî Hikumeta Federal petrola xwe difiroşe, ku Bexda vê yekê li dijî destûra federal dihesibîne.

Di 15`ê Sibata borî de Dadgeha Bilind a Federal hikumek derxist ku qanûna petrol û gazê ya hikumeta hreêmê ya 2007`an ne destûrî ye.

Dadgehê ragihand ku peymanên petrolê yên hikumeta herêma Kurdistanê bi şîrketên petrolê, derdorê û dewletên biyanî re îmze kirine, betal in."

‘EWROPA PÊŞBÎN DIKE ŞER BI SALAN LI UKRAYNAYÊ DIRÊJ BIKE’

Der barê liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg diyar kir ku dibe şerê li Ukraynayê bi salan dirêj bike û bang li Ewropayê kir ku di pêvajoya şer de piştgiriya demdirêj bide Kîevê.

Stoltenberg di hevpeyvîneke li gel rojnameya ‘Bild’ a almanî de got: "Divê em xwe ji şerê bi salan re amade bikin, her wiha çi qasî zehmet be jî divê em piştgiriya xwe ya ji Ukraynayê re kêm nekin.”

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson jî ku roja înê serdana Kîevê kiribû, gotibû hewcedariya wan bi amadekariya ji şerekî demdirêj re heye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî serdana bajarê Mykolaiv gotibû ew ê başûr nedin tu kesî û ew ê her tiştî vegerînin û dê derya ya Ukraynayê be."