Di Roja Penaberan a Cîhanê de Komîteya Koçberan ji bo penaberan banga vegereke ewle kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek da û bang li civat û rêxistinên navneteweyî kir ku piştevaniya penaberan bê kirin û vegereke ewle jê re bê mîsogerkirin.

Di Roja Penaberan a Cîhanê de Komîteya Koçberan ji bo penaberan banga vegereke ewle kir
20 hezîran, 2022   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Penaberan a Cîhanê her sal di 20`ê Hezîranê de tê pîrozkirin. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di 2000`î de hate pejirandin û yekem car di salvegera 50`emîn a peymana 1951`an a têkildarî rewşa penaberan di 20`ê Hezîrana 2001`ê de hat pîrozkirin.

Bi vê boneyê, Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo ku wek xelatkirina penaberan bê nasîn û rojevê bibe ser rewşa penaberan ku ji ber kiryar û siyasetên heyî bi darê zorê ji cih û warê xwe hatine koçkirin. Ev roja cîhanî ya penaberan li ser bingeha hestyarî û piştavaniya penaberan li cîhanê bê kirin.”

Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev roj ne tenê ji bo bîranîn û mafê koçberan hatiye destnîşankirin, lê belê ji bo piştevaniya cihdana ji penaberan re da ku bikarin jiyana xwe berdewam bikin. Her wiha penaberên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derbiderkirin xwestekên ku di vê rojê de tînin ziman, ji bo vegera li cih û warên xwe.

Komîteyê destnîşan kir ku li Sûriyê ji ber şer, her ku diçe hejmara penaberan zêde dibe û bi taybet kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û wiha dewam kir: “Ji ber siyaseta heyî ku li ser jiyana wan dibe metirsî weke siyaseta ku îro li Serêkaniyê, Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê kirin ku bû sedema koçberkirina gelê me.”

Komîteyê her wiha bal kêşa ser rewşa gelê Serêkaniyê ku ji sala 2019`an ve ji ber dagirkirina bajarê wan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, di şert û mercên zehmet ên penaberiyê de dijîn û got: “Şer dibe sedema penaberiyê û zêdekirina êş û azarê, ev yek jî di encama erêkirina hêzên navneteweyî li ser hesabê civakan pêk tînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku doz û dosyayên penaberan ji bo berjewendiyên dewletan tên bikaranîn û ev yek bêhtir rê li ber koçberî, guhertina demografiyê û avakirina mêtingehan vedike, mîna ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li cîhanê, civak û rêxistinên navneteweyî kir ku piştevaniya penaberan bê kirin û vegera ewle li bajar û gundên xwe bê mîsogerkirin.

(cx)

ANHA