Rûsîta ya Êzidî ku 8 salan li cem DAIŞ`ê revandî bû, vedigere malbata xwe

Dema ku 8 salî bû, çeteyên DAIŞ'ê ew ji Şengalê revand û gelek caran firotin. Piştî rizgarkirina Baxozê, berê xwe da Kampa Holê, lê ji ber gefên çeteyan nikarî nasnameya xwe eşkere bike. Piştî 8 salan Rûsîta Hecî Baco vediger nava malbata xwe li Şengalê.

Rûsîta ya Êzidî ku 8 salan li cem DAIŞ`ê revandî bû, vedigere malbata xwe
20 hezîran, 2022   06:22
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Rûsîta Hecî Baco ya 16 salî ji gundê Qeseb ê ser bi Şengalê ve ye, ji ajansa me re behsa hûrguliyên revandina xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve kir.

Rûsîta keça yekane ya malbata xwe bû, dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 3 Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê kirin, wê demê ew 8 salî bû, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Rûsîta ji ajansa me re behsa hurguliyên êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê û reva çekdarên PDK'ê û destwerdana gerîlayan kir û got:" Dema çeteyan êriş kirin ez 8 salî bûm, me nikarîbû tiştek kiriba, gelek jin û zarokên Êzidî revandin, ez û dayika xwe bi hev re hatin revandin, çetayan gelek mêrên Êzidî qetil kirin, di nava wan de bavê min jî hebû."

Li gor bîlançoya saziyên Êzidî, çeteyên DAIŞ'ê 6 hezar û 417 welatiyên Êzidî revandin ku ji wan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr bûn. Di dema rizgarkirinê de 3 hezar û 438 kes hatin azadkirin, lê heta niha aqûbeta hezar û 900 kesên din ne diyar e.

Rûsîta Hecî destnîşan kir ku çeteyan hejmareke mezin ji jinên Êzidî revandin Tileferê ya ser bi parêzgeha Neynewayê, piştre berê wan dan Mûsil û ji wir berê wan dan Reqayê û got:"Ez 9 mehan bi dayika xwe re li Reqayê mam."

FIROTIN Û DESTDIRÊJÎ

Rûsîta behsa hewildana reva li gel dayika xwe û jineke din a Êzidî ji Reqayê kir û got: "Em bi dizî ji mal derketin, em li malekê digeriyan ku me bihewîne, me li gelek deriyan xist, çeteyekî 'El-Husbe' derî li me vekir û me bir bazara jinên Êzidî li Reqayê. Dayika min ji bo çeteyekî ji Cezairê hat şandin û me birin Mûsilê, ew çeteyê ji Cezairê me li bazara jinên Êzidî ya li Mûsilê firot, paşê ez ji bo waliyê Iraq û Şamê "Ebû Îslam" hatim firotin.''

Rûsîta Hecî Baco behsa sûcekî hov ku li dayika wê pêk hatiye kir û got: "Birayê waliyê Iraqê û Şamê ku jê re digotin El-Berai  20 salî bû, li pêşiya çavê min destdirêjî li dayika min kir, dayika min wê demê dawî li jiyana xwe anî."

Rûsîta ji aliyê ew ''waliyê Iraq û Şamê'' ve rastî zilm û îşkenceyê tê û piştre ji bo malbateke Iraqî tê firotin, 5 salan xizmeta wê malbatê dike.

Di vê der barê de wiha parve dike: "Piştî min 5 salan xizmeta wê malbatê kir, min neçar kirin ku bi çeteyekî iraqî re bizewicim, wê demê ez 13 salî bûm, ew çete 18 salî bû, piştî 18 rojan ji zewacê ew di şerekî li Iraqê de hat kuştin, pişte ez weke xizmetkar ji malbatek dihatim firotin ji bo malbateke din."

PÊNGAVA RIZGARKIRINA BAXOZÊ JI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê

Dema ku Baxoz di 23'yê Adara 2019'an ve ji aliyê QSD'ê ve tê rizgarkirin, Rûsîta li gel malbateke iraqî ji bo kampa Holê tê veguhestin, wê demê neçar dibe ku bi kesekî kor ji Iraqê re bizewice. Piştre ew kes tê girtin û Rûsîta neçar dimîne bi malbatê re bimîne.

'JI BER GEFAN MIN NIKARÎBÛ NASNAMEYA XWE EŞKERE BIKIM'

Rûsîta ya Êzidî diyar kir ku wê gelek caran xwest ji rêveberiya kampê re bêje ku ew Êzidiye û got: "Ditirsiyam ku civaka Êzidî careke din min qebûl neke, sedema din jî ji ber gefên çeteyan min newêrî nasnameya xwe eşkere bikim. Ez li ser malperên dîcîtal li xizmên xwe geriyam, min yek dît, min xwe bi wî da naskirin, wî jî agahî da Mala Êzidiya, paşê hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampê kamp dorpêç kirin û min derxistin."

Beriya niha Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ragihandibû ku wan bi alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê jineke Êzidî bi navê Rûsîta Hecî Baco rizgar kirine.

Rûsîta Hecî Baco eşker kir ku di Kampa Holê de hejmareke mezin a jinên Êzidî hene, lê ew newêrin nasnameya xwe eşkere bikin.

Rûsîta kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez pir kêfxweş im ku ez di nava xizmên xwe de me, ez ê bi malbata pismamê xwe re li Şengalê bijîm".

Rûsîta di dawiyê de bang li hemû keç û jinên Êzidî yên li Kampa Holê kir ku dest ji kampê berdin xwe radestî Mala Êzidiya bikin, ji ber ku malbatên wan li bende wanin, ne weke ku ew difikirin.

(şt)

ANHA