​​​​​​​Dewleta Tirk zêdetirî 21 êriş li ser Şengalê pêk aniye

Ji sala 2017'an ve dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê zêdetirî 21 êriş pêk aniye. Di encamê de gelek Êzidî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze planên ku DAIŞ'ê nedikarî pêk anîba temam bike. Ev êrişên wê bi hevkariya PDK û hikumeta Mistefa Kazimî  tên kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk zêdetirî 21 êriş li ser Şengalê pêk aniye
17 hezîran, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – SÎPAN SILO

Ji sala 2014'an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker  û PDK'ê û hevkarên wan hikumeta Bexdayê ve  êriş li dijî Şengalê têne kirin.

Piştî têkçûna DAIŞ'ê di pêkanîna qirkirinê li Şengalê, dewleta Tirk a dagirker yekser mudaxele kir û êriş li ser Şengalê da destpêkirin. Bi dehên caran bi balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek li Şengalê xist.

Beriya êrişa rasterast a dewleta Tirk a dagirker bi demeke kurt, Çeteyên "Leşkerên Roj" yên ser bi PDK'ê ve di 3'yê Adara 2017'an de êrişî navçeya Xanesorê kir. Di encamê de 7 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG), endama Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf şehîd bûn. Her wiha rojnamevan Nûjiyan Arhan bi giranî birîndar bû û di 22'yê Adarê de şehîd bû.

ÊRIŞA YEKEMÎN DI 2017'AN DE: ARMANC RAKIRINA TOLA BINKEFTINA DAIŞ'Ê BÛ

Hemwextî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda Fermandariya Giştî ya YPG'ê ya li Çiyayê Qereçoxê ku 25'ê Nîsana 2017'an pê hatibû û di encamê de 20 şervan şehîd bûbûn, dewleta Tirk bi balafiran gelek dever li Şengalê bombebaran kirin.

Di êrişê de welatiyek şehîd bû û şervanekî YBŞ'ê birîndar bû. Her wiha avahiya radiyoya Çira bi temamî hilweşiya û ziyaneke mezin gihişt parka Rêber Abdullah Ocalan.

ÊRIŞ DEWAM KIRIN: PÊŞENGÊN CIVAKA ÊZIDÎ BÛN HEDEF

15'ê Tebaxa 2018'an, dema vegera ji merasîmê bîranan şehîdên komkujiya Koço ya li herêma geliya Şilo, dewleta Tirk a dagirker bi balafirekê erebeya endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî kir hedef. Di êrişê de Mam Zekî Şengalî şehîd bû û şervanê YBŞ'ê Mahir Serhed bi giranî birîndar bû û di 29'ê heman mehê de şehîd bû.

13'ê Çileya 2018'an, balafira dewleta Tirk a dagirker gundê Sikiniyê yê rojavayê Şengalê bomebebaran kir. Ji ber bombebaranê ziyanên madî çêbûn.

ÊRIŞÊN SALÊN 2019 Û 2020

13'ê Kanûna 2019'an, 3 welatiyên ji Kobanê ku bi mebesta karê kolandina bîran li Şengalê bûn, di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Di Mijdaa 2019'an, saet 13:00'an balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li navçeya Xanesorê da. Di encamê de 6 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn.

15'ê Çileya 2020'î, saet 10:30'an de, dewleta Tirk bi balafirên şer yên bê mirov ên bi çek êrişî gundê Dugur ê navçeya Sinûnê kir. Di vê êrişê de Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ'ê Şervan Çîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûn, her wiha şervanekî din birîndar  bû.

15'ê Hezîrana 2020'î, hemwextî êrişa li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewleta Tirk nexweşxaneya meydanî ya li gundê Serdeştê û gelek cihên din ên çiyayê Şengalê, Mezara Çilmîra bomebebaran kirin. Ev êriş piştî serdana veşartî ya serokê MÎT'ê Hakan Fîdan ji bo Iraqê pêk hat.

30'î Hezîrana heman salê, careke din bombe li herêma Serdeştê barandin.

Rojên 23-25'ê Tebaxa 2020'î li ser gelek deverên çiyayê Şengalê êriş hatin kirin. Heman demê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên giran pêk hatin.

26'ê Tebaxê jî di saetên êvarî de li gundê Behirava yê Xanesorê erebeyek bû hedef. Di encamê de 2 kesên di erebeyê de şehîd bûn. Di heman rojê de gundê Barê yê Xanesorê hate bombebarankirin, tu ziyanên mirovî çênebûn.

9'ê Mijdara 2020'î balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker careke din li gundê Barê da. Di bomebebaranê de sivîlek û şervanekî YBŞ'ê şehîd bûn û du kes birîndar bûn.

16'ê Tebaxa 2021'an di saet 12:12'an de balafira dewleta Tirk erebeya fermandarê YBŞ`ê Seîd Hesen kir hedef ku li sûka kevin a navenda bajarê Şengalê bû. Seîd Hesen û biraziyê wî yê şervanê YBŞ'ê şehîd bûn û 3 welatî birîndar bûn.

17'ê Tebaxê jî dewleta Tirk a dagirker bi balafireke şer li nexweşxaneya gundê Sikiniyê xist. 5 şervanên YBŞ'ê ku du ji wan Ereb bûn û 3 karmendên tenduristiyê Sîdwer Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muxlis Sîdar şehîd bûn. Her wiha nexweşxane bi temamî hilweşiya.

7'ê Kanûna 2021'ê, balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk erebeya hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel kir hedef, Merwan Bedel şehîd bû û du zaokên wî ku di erebeyê de bûn, birîndar bûn.

11'ê Kanûna 2021'î dewleta Tirk avahiya Meclisa Gel a navçeya Xanesorê bomebaran kir, ziyanên mezin gihiştin avahiyê.

2'yê Îlonê jî bi balafireke bê mirov a bi çek êriş bire ser bendeke kontrolê ya Asayîşa Êzidxanê û du kes birîndar kirin.

ÊRIŞA HERÎ DIJWAR

1'ê Sibata 2022'an, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişên dijwar birin ser Şengalê.

Saet 22:00'an herêmên Amûd û Çilmîra ku deverên stratejîk li lûtkeya çiyayên Şengalê ne bi dijwarî bomeberan kirin.

21'ê Çileya 2022'an, hemwextî êrişa şaneyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê, li herêma geliya Şilo ya Şengalê du erebeyên YBŞ'ê bûn hedef. Di encamê de femandar Azad Êzîdîn û şervan Enwer Tolhildan şehîd bûn.

15'ê vê Hezîranê bi balafiran  du caran êriş li ser avahiya Meclisa Gel a navçeya Sinûnê û dikanên derdorê hatin kirin. Di êrişê de zarokê bi navê Selah Naso (12) şehîd bû û 8 kesên din birîndar bûn.

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK'ê û hevkarên wê MÎT a Tirk berpirsê qetilkirina zarokên Êzidî ne.

Li gel van êrişan, porovakasyonên PDK û artêşa Iraqê ser bi hikumeta Kazimî yên bi armanca têkbirina ewlehiya Şengalê û şikandina rêveberiya wê ranwestiyane.

Gelek caran hêzên PDK'ê hewl dan bikevin Şengalê, lê civaka Êzidî li hemberî wan rabûn.

2'ê Gulana borî, artêşa Iraqê li gel helîkopteran hêzeke mezin anîn Şengalê û navendên Asayîşa Êzidxanê yên li Sinûnê û gundê Dugur kirin hedef. Asayîşa Êzidxanê û YBŞ'ê li hemberî wan rabûn ew neçar kirin ku paşde vegerin.

ANHA