​​​​​​​ Kawa Qadir: Divê gelê Kurd li gor pêşketinên li cîhanê xwe bi rêxistin bike

Nivîskar û çalakvanê siyasî Kawa Nadir Qadir diyar kir ku partiyên kilasîk ên Başûrê Kurdistanê rewabûna hebûn û rastiyê ji dest dane û bang li gel kir ku li gor guhertinên heyî xwe bi rêxistin bikin.

​​​​​​​ Kawa Qadir: Divê gelê Kurd li gor pêşketinên li cîhanê xwe bi rêxistin bike
18 hezîran, 2022   01:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî hemû xwepêşandan û bangan, hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevpeyvîn bi nivîskar û çalakvanê ji Başûrê Kurdistanê, Kawa Nadir Qadir re kir.

'DIJÎ PIRENGIYÊ NE'

Çalakvan Kawa Nadir Qadir bal kişand ser bingehên faşîst ên avakirina dewleta Tirk û got: "Dewleta Tirk ne normal ji dayik bûye, pirengî dûr xist û dewlet li ser esasekî neteweyî, etnîkî, desthilata diktatorî hat avakirin 'yek dewlet, yek ziman û yek al). Dewleta Tirk a niha nêzîkî felsefeya dewletê ya ku Mistefa Kemal ava kiribû."

Kawa Nadir ev tişt jî anî ziman: "Ismet Înonu di sala 1925'an de ragihandibû ku ew ê her kesê li Tirkiyê dijîn bikin Tirk, dê her kes li dijî siyaseta tirkkirinê derdikeve qir bikin. Kesên ku ne Tirk in dikarin weke kol û xizmetkar bijîn."

Kawa Qadir diyar kir ku Ismet Înonu siyasetên dewleta Tirk ên hundir û derve destnîşan kir û got: "Li gor wan pirrengî komployeke mezin e, bi hêzên cudaxwaz re koordîne dikin."

Kawa Qadir bal kişand ser dijminatiya dewleta Tirk a li cureyên pirrengî û got: "Bikaranîna tundiya bê sînor li hember pirrengiya civakî dijminê navxwe ye ku li dijî pîvanên felsefeta dewlet û desthelatê dijî dijwar e. Gelê Kurd armanca sereke ye, li dijî gelê Kurd bi nav ewlehiya neteweyî û parastina serweriya xaka niştîmanî şerê qirkirinê pêk hatiye, tevgerên Kurdistanî weke terorî bi nav kirin û wê li ser serweriya Tirkiyê weke xeter dibînin.''

'TÊKOŞÎNA PKK'Ê LI GOR PEYMANÊN NY REWA YE'

Kawa Qadir diyar kir ku gelê Kurd bi Kurdistanê girêdayî ye û got: "Girêdaneke rûhî û têkoşînê ye, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo maf û erkên wekhev di geşepêdana  aborî, siyasî û civakî têkoşîn dike û mafê wê heye ku çarenûsê diyar bike. Li gor peymanên NY û xala 2 an a madeya 24'an, çarenûs prensîpeke siyasî û exlaqî ye.''

Her wiha got: " Carnan nakokî digihêje asta şerê çekdarî, rêyên aştiyane, qanûnî û destûrî bi kêr nayên, gel dikevin nava 2 bijardeyan yan aştî yan jî berxwedana şoreşgerî. Redkirina dagirkeriya vebijêrka piraniya gelan e."

Çalakvanê siyasî teqez kir ku têkoşîna PKK'ê ya li dijî dagirkeriyê rewa ye û ev tişt anî ziman:"Madem li Tirkiyê desthelata leşkerî heye, hemû pirsgirêkên bi rêyên leşkerî û tundiyê tên çareserkirin, hebûna neteweyî, çand û mafên gelê Kurd tên paşguhkirin, qanûnên navneteweyî maf dide berxwedana PKK'ê ya ji bo rizgarkirina welat ji dagirkeriyê. Mafê berxwedana bi hemû awayan dide, di nav de awayên ne aştiyan jî, da armanc "mafê çarenûsê" û berjewendiyên niştîmanî bê pêkanîn, ji ber wê berxwedana gelî û tevgerên niştîmanî temsîla kesayetê gelên bin dest ên li Tirkiyê dike."

Kawa Qadir diyar kir ku gelê Kurd neçar bûye berxwedana çekdarî bike û dewleta Tirk nikare li hember vîna gelê Kurd raweste.

Çalakvanê siyasî Kawa Qadir partiyên ku hevkariya dewleta Tirk dikin weke "şoreşa dijî berxwedana Kurdistanê" bi nav kir û wiha domand: "Felaketên şerê navxwe yê kurdî-kurdî heta niha di nava civaka kurdî de çandiye, taybet ji aliyê partiyên kilasîkî ve ku gelê Kurd û hêzên xwecehî esas nagirin, ji bo ku li hember tevger û hêzên nûjen ên temsîla gelê Kurdistanê dikin zû bi ser bikevin pişta xwe bi hêzên derve girêdidin û bûne şoreşgerên dijîberî berxwedana Kurdistanî."

EV KOM TEV LI NAVA TORA EWLEHIYA HERÊMÎ YA LI DIJÎ TEVGERA KURDISTANÎ BÛNE'

Kawa Qadir destnîşan kir ku têkoşîna PDK'ê ku şoreşa Îlonê ya 1961'an bi rêvebir bi berjewendiyên malbata Barzanî re tevlihev bû, encam jî têkçûna şoreşê Adara 1975'an bû  û got :"Têkçûn ne ya partî bû, têkçûn ya eşîrê bû."

Qadir diyar kir ku partiyên kurdî yên kilasîk nikarin li gel pêşketinên li herêmê bin û ev tişt anî ziman: "Tevî guhertina dem û pêşketina teknelojîk, fermandariya eşîrtî, hêzên kedxwar û kilasîk di civaka Kurdistanê de,  nikarin rêya rast bigirin, ew PDK'ê ji bo berjewendiyên malbata Barzanî bi kar tînin."

Her wiha da zanîn ku ew hêz ji bo hebûna xwe biparêzin dijminatiya Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin û wiha got: "Ev kom tev li nava tora ewlehiya herêmî ya li dijî tevgera Kurdistanî bûn, taybet dewletên ku tev li peymana Lozanê bûne, ew dewletên ku dibînin avabûna dewleteke kurdan tê wateya guhetina ciyopolîtîk  û guhertina nexşeya siyasî ya herêmê û têkbirina şêx, qiral û serokên diktator ên li Rojhilata Navîn ên girêdayî hêzên kapîtalîst.''

'PARTIYÊN KILASÎK ÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ REWATIYA HEBÛNA XWE JI DEST DANE'

Kawa Qadir bal kişand ser rehenda aborî di aloziya li Kurdistanê de û rola hêzên hevkar bi sîstema kapîtalîst  û got: "Li Kurdistanê ji sedî 33 enerjiya Rojhilata Navîn heye, ji ber dewlet û hêzên cîhanî li dijî rizgarkirina Kurdistanê ne. Li dijî rizgarkirina Kurdistanê dibin hevalbend, şerê navxweyî yê di navbera PDK'ê û YNK'ê de di salên 1995-1997'an de û dagirkirina Hewlêrê bi tankên hikûmeta Iraqê di 31'ê Tebaxa 1996'an, komkujiya li Hewlêrê ku çekdarên PDK'ê di sala 1997'an de li hember têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk anîn, dîlgirtina rêber Ocalan di sala 1999'an de, dagirkirina hin herêmên Rojava, êrişên li ser Başûr û komkujiya DAIŞ'ê yên li hember êzidiyan ên 2014'an hemû ji aliyê komîteyên gumanbar ên herêmî û navneteweyî ve pêk hatine."

Kawa Nadir Qadir diyar kir ku dewleta Tirk dewletek dagirkera Kurdistanê ye , beşek ji Başûr û Rojava dagir kiriye  û kesên hevkariya dewleta Tirk di şerê li dijî şervanên ku herêma Kurdistanê diparêzin de dikin helwesta wan ne neteweyî ye û got: "Fermandariya kilasîk siyaseta razîkirina dewleta Tirk û Îranê dikin.''

Nivîskar û çalakvanê siyasî Kawa Qadir di dawiyê de ev tişt anî ziman ku partiyên Kilasîk rewatiya xwe ya hebûn û rastiyê ji dest dane û erkên wan ên siyasî dîrokî bi dawî bûne. Her wiha bang li gel kir ku li gor pêşketin û guhertinên li cîhanê xwe li ser asta çekdarî û siyasî bi rêxistin bikin û pişta xwe bi hêzên navxwe yên Kurdistanê girê bidin û bi rêya astatejiya serxwebûna Kurdistanê têkoşîna çekdar û dîplomasî bikin.

(şt)

ANHA