ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-06-2022
17 hezîran, 2022   23:00

-Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, panelekê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr tînin. Bîranîn li hola Siyahî tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 9'an li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Kantona Hesekê daxuyaniyê li avahiya meclisa kantonê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gund û deverên cuda yên navçeya Dirbêsiyê şehîd Sema Yuce tê bîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya bi kon a ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk ve li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin, di roja 4'an de dewam dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalavana hiqûqî Zîlan Mihemed Ehmed destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî û yên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî peymana Lahay û protokola Cinevê ya têkildarî gazên bi cehr e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê teqez kirin ku gefên dewleta Tirk a daigkrer ên li dijî herêmê bi hiceta avakirina herêma ewle, hewldanek ji bo dagirkirina axa Sûriyê ye û gotin: “Em gelek hevgirtî û yek e û dê li hember êrişan bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê got dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku tiştek mîna berê nemaye, êdî gelê herêmê zana ye û dê her tiştî bike ji bo axa xwe biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel zêdebûna gefên dewleta Tirk a dagirker ku armanc dike Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike suryanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, gelên herêmê rûbirûyî komkujiyên din in û destnîşan kirin ku mafê wan heye xwe ji van komkujiyan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Analîzvan û nivîskarê ji Filistînê Mihemed Ebû Mihadî got berpirsyariya parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destwerdana Tirkiyê, ya hemûyan e û pêwîstiya wê bi hevgirtineke kurdî û erebî heye.

- Nivîskar û çalakvanê siyasî Kawa Nadir Qadir diyar kir ku partiyên kilasîk ên Başûrê Kurdistanê rewabûna hebûn û rastiyê ji dest dane û bang li gel kir ku li gor guhertinên heyî xwe bi rêxistin bikin.

RAPOR

- Dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê roleke sereke di astengkirina avakirina hikumeta Iraqê de dilîze, da ku xaka Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Li ser vê siyasetmedarekî iraqî bang li hêzên siyasî kir ku li hember tevgerên provokatîv ên dewleta Tirk bê deng nemînin.

DOSYA

-Ji sala 2017'an ve dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê zêdetirî 21 êriş pêk aniye. Di encamê de gelek Êzidî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze planên ku DAIŞ'ê nedikarî pêk anîba temam bike. Ev êrişên wê bi hevkariya PDK û hikumeta Mistefa Kazimî  tên kirin.

ANHA