Rêvberiya Kampa Girê Spî 102 derfetên kar ji koçberan re peyda kirin

Digel ku rêxistinan dev ji pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan re berdaye, Rêveberiya Kampa Girê Spî hewl dide ku azarên koçberan kêm bike û derfetên karên mehane û pêdiviyên sereke û rojane peyda bike.

Rêvberiya Kampa Girê Spî 102 derfetên kar ji koçberan re peyda kirin
16 hezîran, 2022   07:10
EYN ÎSA

Derdora 6 hezar û 443 koçber (hezar û 241 malbat) li Kampa Girê Spî dimînin û piştî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 9'ê cotmeha 2019'an de êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir û ew ji malên wan koçber kirine, ew di şert û mercên zehmet de dijîn.

Di gel ku rêxistinan dev ji pêşkêşkirina alîkariyan ji wan re berdaye û piştgiriya alîkarî û tenduristî ji ser wan kêm kiriye, koçberên li Kampa Girê Spî dimînin di rewşek pir dijwar de jiyana xwe derbas dikin.

Rêxistinên mirovî yên ku di kampê de kar dikin miqdara madeyên di pakêtên alîkariyê de yên ku mehane didin wan, ji sala borî ve ji sedî 50`î kêm kiriye, mînak li şûna 8 litre zêt tenê 4'an belav dike.

Rêvberiya kampê hewl dide azarên koçberan kêm bike û ji wan re pêdiviyên bingehîn wek av û nan û derfetên karên mehane peyda bike.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Rêvberiyê Kampê Mihemed El-Şêx ji ajansa me re diyar kir ku ew hewl didin ku li gorî derfetên heyî alîkariya koçberên kampê bikin. Her wiha 102 derfetên karê mehane di hundir kampê de ji wan re peyda kirin.

El-Şêx destnîşan kir ku derfetên kar ên di kampê de hem jin û hem jî mêr sûd jê digire, her wiha ew ragaran paqij dikin, konan ava dikin û diguhêrînin û karê paqijyê dikin.

El-Şêx anî ziman ku ew rê li ber kesên ku dixwazin li dervayî kampê kar bikin weke xwediyê werşeyan, hesinkar, nejar û pîşeyên din, vedikin, ji ber ku ew baş dizanin ku hewceya wan bi kar heye.

El-Şêx di dawiya axaftina xwe de got:" Me şert ji rêxistinên di kampên de kar dikin re danî ku di projeyên xwe de di nav kampê de, niştecihên kampê bi kar bînin. Da ku gelek koçber sûdê ji derfetên kar bigirin mîna nobetdarî, çavdêrî û xebatên belavkirinê.”

Koçber di derfetê mehane de 20 rojan kar dike û derdora 546 hezar lîreyên Sûriyê werdigire . Lê koçber vê derfetê yan jî qezencê kêm dibe nexasim şert û mercên heyî gelek dijwar e û dixwazin di sale de zêdetirî derfetekê ji wan re bê peydakirin.

Karkera bi navê Ewaş El-Mihemed diyar kir ku tenê mehekê kar dike û ew têra malbatê wê yê ji 9 kesan pêk tê nake. Ewaş anî ziman ku peryên werdigire tenê pêdiviyên mehekê peyda dikin û ji ber wê  xwest ku di salekê de zêdetirî derfetekê hebe.

Hêjayî gotinê ye ku Rêvberiya Kampê berê alîkariya bi dehan jinan kiriye ku projeyên lidar bixin da ku alîkariya malbatên xwe bikin, mîna projeya dirûnê û ji wan re makîne jî pêşkêş kirin.  

(dm)

ANHA