Apê Îbrahîm: Ruxmî topbaranê ez ê di mala xwe de bimînim

Apê Îbrahîm Osê li mala xwe ya ku li ber çavên wî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye wêrankirin dinêre û dibêje: "Mala ku min bi ked û xwêdana eniya xwe ava kiriye, dewleta Tirk bi topan dihilweşîne. Lê em ê li ser axa xwe bin û ji dagirkeran re nahêlin."

Apê Îbrahîm: Ruxmî topbaranê ez ê di mala xwe de bimînim
16 hezîran, 2022   07:04
HESEKÊ – MEDYA HENAN – MÛRADA KENDA

Mal û saziyên sivîl û xizmetguzarî yên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker bûne kavil.

Navçeya Zirganê ku 30 km dûrî bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye, 20 km dûrî navçeya Til Temirê ye û 70 km dûrî Dirbêsiyê ye, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê topbarankirin. Ji destpêka ku Serêkaniyê di 2019`an de hatiye dagirkirin topbarana li ser navçeyê nehatiye rawestandin.

Di 2`ê Hezîranê de topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser navenda navçeyê dijwar bû. Di topbaranê de mal û milkên welatiyan hate hedefgirtin. Her wiha saziyên sivîl û geşkirinê jî hatin topbarankirin. Ji wan mala apê Îbrahîm Osê Derwîş e û êdî nema dikare têde bijî. Lê apê Îbrahîm her roj serdana mala xwe dike.

Piştî mala apê Îbrahîm Osê Derwîş (62) hate topbarankirin, bi malbata xwe ku ji kur û hevjîna wî pêk tê berê xwe da maleke xizmên xwe li navçeyê. Lê her demekê apê Îbrahîm serdana mala xwe dike. Zeviyên xwe ku zerar ji topbaranê ne dîtine, av dide. Weke ku dixwaze jiyan mala wî de bi şîbûna dar û zeviyên ku mala xwe de çandine, berdewam be. 

Apê Îbrahîm bi hesret û xemgînî li mala xwe ya hatiye wêrankirî temaşe dike û wiha tîne ziman: "Ez diçûm karê xwe. Ez hinekî dûrî malê ketim, dewleta Tirk di nav de jî mala min navçe topbaran kir. Şukir ji xwedan re ku malbata min ne li malê bû. Ez bi lez çûm da ku bibînim çi diqewime. Min dît mala min veguherî cihekî xirab. Di kêliyekê de min hîs kir ku dilê min sekinî."

'MIN MALA XWE BI XWÊDANA ENIYA XWE AVA KIR'

Apî Îbrahîm wiha domand: "Min mala xwe bi ked û xwêdana eniya xwe ava kir. Beriya 15 salan min xaniyên xwe ji heriyê çêkir. Em jiyana xwe derbas dikin ku ji bo zarokên xwe û ji bo xwe tiştek çêbikin. Dara gûzê di hewşa mala min de ye û temenê wê zêdetirî 30 salî ye. Min lê dinihêre da ku sûdê jê werbigrim. Lê dewleta Tirk bi topên xwe tişta ku min ava kir hilweşand."

KÎ DEV JI MALA KU TÊDE MEZIN BÛYE BERDIDE?

Apê Îbrahîm di axaftina xwe de behsa êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê kir û wiha anî ziman: "Tevî topbarana dewleta Tirk ez ê di mala xwe bimînim. Moralên me bilind in. Em ê dev ji çi berdin, em ê dev ji welatê xwe berdin yan jî xaka xwe yan jî mala xwe ku me bi keda xwe avakiriye. Kî dikare dev ji welatê xwe berde ku têde mezin bûye?."

'DEWLETA TIRK QIRKER E'

Apê Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe ev tişt got: "Tirkiyê welatê xirab û wêran dike, dewleteke qirker e. Girêdana me bi vê axê ve mafekî rewa ye. Ji ber em li ser vê axê ne. Ne her tişta ku dewleta Tirk dixwaze dê pêk were. Ev xaka bav û kalê me ye. Kes nikare me qir bike. Em Kurd li hemû cîhanê belav bûne. Heger buhestek ji axa me hebe em ê dê dev jê bernedin."

Ne tenê mala apê Îbrahîm ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye topbarankirin û hilweşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan mal rastî topbaran û êrişan tên. Bi dehan gund rojane bi dijwarî têne topbarankirin.

Lê tevî vê yekê jî şênî bi israr in ku li ber xwe bidin û mayîna wan li ser axa wan dê bimîne kelemê çavê dewleta Tirk ku dê ji ber vê berxwedanê têk biçe.

(bx)

ANHA