​​​​​​​Lavrentiev: Gera nû ya Astanayê dê payîzê li dar bikeve

Nûnerê Rûsyayê yê taybet a Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand ku gera bê ya civînên Astanayê dê di payîzê de li dar bikeve. Her wiha destnîşan kir ku dewletên garantor têkildarî cihê nû ya lidarxistina civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyê, nêrînên cuda dan.

​​​​​​​Lavrentiev: Gera nû ya Astanayê dê payîzê li dar bikeve
16 hezîran, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Interfax a Rûsyayê ragihand ku nûnerê Rûsyayê yê taybet ê Sûriyê Alexander Lavrentiev daxuyand ku gera bê ya civînên Astanayê dê payîza îsal li dar bikeve. 

Lavrentiev diyar kir ku dewletên garantorên dan û standinên têkildarî Sûriyê der barê cihê nû ya ku dê civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyê li şûna Cinêvê lê li dar bikevin, nêrînên cuda parve kirin.

Her wiha Lavrentiev got amadekariyên dawîn ji bo civîna Rûsya-Îran-Tirkiyê tên kirin. Hêjayî bibîrxistinê ku ev civîn ji ber pandemiya Koronayê hatibû taloqkirin.

(eh)