​​​​​​​Feleknas Uca: Li Tirkiyê aştî dê bi birêz Ocalan re mîsoger bibe

Parlamantera HDP’ê Feleknas Uca çalakiya li Gemlîkê û peyamên beşdaran nirxandin û got "Çareseriya doza kurdî di destê birêz Ocalan de ye, bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e." û bang li gelê Kurdistanê kir ku têkoşînê bilind bikin û li hember tecrîdê serî hildin.

​​​​​​​Feleknas Uca: Li Tirkiyê aştî dê bi birêz Ocalan re mîsoger bibe
16 hezîran, 2022   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatî di 12’yê Hezîranê de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li bajarê Stenbolê meşiyan. Lê polîsên Tirk êrişî meşa Gemlîkê kir û 33 kes destgîr kirin, di nav wan de siyasetmedar û hevserokên şaxên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên demokratîk û partiyan jî hebûn.

Têkildarî çalakiya Gemlîkê parlamantera HDP’ê Feleknas Uca got divê hikumeta Tirkiyê bizane ku çareseriya doza kurdî li Îmraliyê ye û bi girankirina tecrîdê doz her ku diçe kûrtir dibe.

Feleknas Uca wiha got: "Hûn jî dizanin, meşa Gemlîkê hate lidarxistin. Desthilata Tirkiyê hewl da meşê asteng bike û beşdaran dorpêç bike. Lê nikarîbû pêşî li gihandina peyama beşdaran bigire. Beşdaran di peyama xwe de got ku tecîrd ne tenê li Îmraliyê ye, lê belê li ser civaka li Tirkiyê û Kurdistanê bi giştî ye û çareseriya doza kurdî li Îmraliyê û di destê birêz Abdullah Ocalan de ye."

Feleknas Uca wiha domand: "Desthilatên Tirkiyê tevahî rêbazên çewisandin, girtina Parlamanteran û êrişkirina meşvanan bi kar anîn, tevî wê, xwepêşandêran peyama xwe da."

‛ÇARESERIYA DOZA KURDÎ LI ÎMRALIYÊ YE’

Li ser mijarê, Feleknas Uca ev tişt got: "Siyasetmedarên Kurd, parlamenter û demokratên beşdarî meşê bûne, teqez kir ku çarekirina doza kurdî li Îmraliyê û bi birêz Ocalan re ye. Divê dewleta Tirk vê yekê baş bizane."

Der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de Feleknas Uca got: "Ev tecrîda girankirî doza kurdî kûrtir dike. Di şexsê birêz Ocalan de ev tecrîd li ser gel bi giştî tê ferzkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê çareserkirina doza kurdî asteng dike. Birêz Ocalan bi xwe got, ew dikare di hefteyekê de doza kurdî çareser bike. Lê dewleta Tirk çareserî nepejirand, berovajî wê êriş kir. Ji lew re çaresernekirina doza kurdî û tecrîda girankirî li Îmraliyê sedemên şer û tevahî krîzên li Tirkiyê ne."

Feleknas Uca di nirxandina xwe de her wiha behsa hovîtiya polîsên Tirkiyê û hedefgirtina jinan û Parlamanterên jin jî kir û wiha pê de çû: "Tevahî êriş di radeya yekemîn de jinan hedef digirin, her wiha fikrê jinan hedef digirin. Ruxmî wê jinan kêliyekê jî gav ji bo armancên xwe bi paş ve neavêtin, berovajî têkoşîn xurttir kir."

Feleknas Uca da zanîn ku ji bo çarekirina doza Îmralî û bidawîkirina tecrîdê divê Ocalan biaxive.

Di berdewama axaftina xwe de Feleknas Uca got: "Tecrîd mijareke di tevahî sazî, partî û civakê bi giştî de tê nîqaşkirin. Ji lew re ji bo vê çalakiyê dem guncaw bû. Li gorî baweriya min jî divê mîna van çalakiyan berdewam bin. Heke tecrîd îro bi dawî nebe dê sibe be û dê gel û demokrat serî li hember tecrîdê hildin û têkoşînê bilind bikin."

‛DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ WERIN VEKIRIN’

Feleknas Uca bang li gelê Kurdistanê, konsolxaneyên Ewropayê û CPT kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û hewl bidin deriyên Îmraliyê vekin û wiha anî ziman: "Bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi birêz Ocalan re dê aştî mîsoger bibe, bi wê re wê nîqaşên guhartinên demokratîk çêbibin, ne siyasetên şer li Tirkiyê. Ji lew re girîng e ku ev çalakî berdewam bin."

Parlamantera HDP’ê Feleknas Uca di dawiyê de bang li gelê Kurdistanê kir ku birêxistinbûna xwe xurt bike û wiha got: "Dewleta Tirk parlamenterên HDP’ê û demokratan ji ber binkeftina xwe ya siyasî armanc dike, HDP’ê li Tirkiyê qedexe dike. Di gefên xwe yên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. Başûrê kurdistanê jî dagir dike û erdnîgariya herêmê wêran dike. Ew dixwaze Kurd bê maf û vîna bimînin. Lê ji bo têkbirina van planan divê rêxistinbûyîn were xurtkirin, têkoşîn û berxwedan werin berdewamkirin."

(fr)

ANHA