Meclisa Şengalê: PDK û MÎT li Hewlêrê têkildarî Şengalê li hev kom bûne

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Meclisa Gel a Sinûnê daxuayniyek da û diyar kir ku ev êriş bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin û da zanîn ku hin kesên nêzî PDK’ê li Hewlêrê bi MÎT’ê re hevdîtin kirine û li ser provokasyonên nû li Şengalê nîqaş kirine.

Meclisa Şengalê: PDK û MÎT li Hewlêrê têkildarî Şengalê li hev kom bûne
16 hezîran, 2022   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker ku li ser Meclisa Gel a Sinûnê pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî da. Meclisê da zanîn ku di êrişan de 7 kes birîndar bûne ku hin ji wan birînên wan pir giran in û zarokek jî şehîd bûye.

MXDŞ’ê diyar kir ku ji bo vê êrişê û bûyerên piştî êrişan jî ji aliyê PDK’ê ve senaryo hatiye amadekirin û heya niha senaryoya wan dewam dike. Meclisê îşaret bi planên metirsîdar ên li ser Şengalê kir û got: “Li Hewlêrê hin kesên nêzî PDK’ê ku bi xwe xelkê Şengalê ne, bi MÎT û PDK’ê re hevdîtin kirine û li ser provoksyonên li Şengalê nîqaş kirine.”

MXDŞ’ê sersaxî ji malbata şehîd re xweset û got: “Di serî de em sersaxiyê ji malbata Nasir Xidir Naso  re dixwazin ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de zarokê wan ê bi navê Selah Nasir şehîd bû, her wiha ji bo kesên ku birîndar bûne jî em şîfaya xêrê dixwazin. Wek tê zanîn di van demên dawîn de li ser Şengalê û civaka me, zext û planên dijmin zêde bûne. Di serî de dewleta Tirk û hevalbendên wê ketine nava planên qirêjî û dixwazin ku civaka me bê îrade bihêlin û destekeftiyên me ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin tesfiye bikin. Li ser vî esasî bi hevkariya hin kesên di nava hikumet û artêşa Iraqê de. Her wiha bi hevakariya PDK’ê ku van planan didin meşandin. Piştî ku di demên dawîn de civaka me bi îradeya bi hêz e, rê li ber tevlihevî û pêkanîna planên dijmin girt, niha jî dixwazin bi şêwazekî din van planên xwe li ser civaka me bidin meşandin. Li ser vî esasî dezgehê Parastinê yê PDK’ê bi îstixbarata Tirk re ketiye nava hewldanan û li ser gelê me zext dikin. Her wiha bi rêyên cuda gefan li ser malbatên me yên welatparêz û pêşengên me dixwin. Dixwazin bi vê yekê gel dest ji mafê xwe yê rewa, sazî û dezgehên xwe berde. Lê ew bi van zexta negehane tu encaman, loma careke din dest bi êrişên hewayî kirin û gelê me bê ferq û cudahî dikin hedef.”

Di dewama daxuyaniya meclisê de li ser êrişa ku duh li ser Meclisa Sinûnê pêk hat jî ev tişt hate gotin: “Herî dawî roja çarşemê saet 10:30’an Meclisa Gel a Sinûnê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve du caran hate hedefgrtin. Di encama vê êrişê de bi giştî 7 birîndar hene. Di nav de endamên meclisa me ya giştî, rojnemevanek, her wiha endamên Meclisa Gel a Sinûnê hene. Her wiha zarokek bi navê Selah Şivan ê 12 salî şehîd bûye. Di nava birîndaran de yên ku birîna wan a giran e hene.”

MXDŞ’ê got: “Ev êriş bi plan hatiye kirin. Meclisa me ya gelê Sinûnê bi zanebnûn hatiye hedefgirtin ji ber ku gelê me bi berdewamî serdana meclisa xwe dikir û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bê navber meclisê kar û xebatên xwe dida meşandin. Her wiha li derdora meclisê gelek mal, dikan û gel hebû. Ne tenê meclis di vê êrişê de xelkê liderora meclisê jî hate hedefgrtin.  Hedefgrtina xelkê me jî bi zanebûn û bi planekî rêxistinkirî pêk hatiye. Jiber di van demên dawî de bi gelek awayên cuda hewl hate dan ji aliyê PDK’ê ve, bi rêya kesên girêdayî xwe tevliheviya derxin, Şengalê vala bikin, gel ji derdora rêveberiya xweser dûr bikin û bî şêwazî peyîmana 9’ê Cotmehê li ser gelê me pêk bînin.   Senaryoya vê êrişê û hewldanên PDK’ê yên piştî êrişê ji mêj ve hatibû amadekirin.”  

‘PDK Û MÎT LI SER ŞENGALÊ LI HEV KOM BÛNE’

Meclisê îşaret bi planeke metirsîdar li ser Şengalê kir û da zanîn ku beriya êriş pêk were hin kesên nêzî PDK’ê li Hewlêrê bi dezgeha îstixbarata PDK’ê (Parastin) û MÎT’a Tirk re hevdîtin kirine û li ser Şengalê planên nû nîqaş kirine û wiha dewam kir: “Li ser vî esasî piştî ku êriş li ser meclisa Sinûnê pêk hat, senaryoya wan hîna dewam dike. Çend kesên kirêgirtî hewl dan porovoksyonan derxin û civaka me bînin beramberî hev. Kesayetên ku xwe wek berpirsên êzidiyan dibînin û ser bi PDK’ê ve ne, vê êrişa li ser meclisê û gelê me yê sivîl berovajî dikin û dixwazin rê li ber êrişên din jî vekin. Heya bi hewldanên rêveberiya xweser û gelê me ev provoksyon bi ser neketine. Lê gelê me bila hişyar be û bizanibin sedemên van êrişa di serî de PDK û ew kesên ku hevkariya wan dikin. Em bang li tevhiya gelê xwe, serokeşîr, rûspî, rewşenbîr, ciwan û hemû beşên civaka xwe dikin. Êdî rê nedin ev lîstok li ser civaka me pêk bên. Her kesekî eger bi çi awayî be bila bibe, eger destekê bide dijmin ew dibe beşek ji pêkanîna van plan û êrişên ku rojane zarokên vê civakê tê de dibin qurbanî.”

‘HEVKARÊN PDK’Ê BERPIRSÊN YEKEMÎN IN’

Di dawiya daxuyaniya MXŞD’ê de ev peyam hate dayîn: “Em ji tevahiya cîhanê re didin diyarkirin ku ew ê berxwedan û têkoşîna me ya ji bo Şengaleke xweser û azad heya serkeftinê dewam bike. Îradeya me ji hemû êrişên dijmin bi hêztir e. Ev keda heya niha me daya ew ê li ser şopa şehîdan dewam bike. Ji bo kesên bûna hevkarê dijmin jî bilaa baş bizanin ewê lihimberî gelê me û malbatên şehîda wê hesab bidin. Kesên li Şengalê destek didin dewleta Tirk û   dezgehê parastinê yê PDK’ê her wiha ew kesên li Hewlêrê bi dijminê koka êzidiyan. MÎT û PDK’ê re hevdîtin kirina berpirsên yekemînin ji rijandina xwîna zarokên êzidiyan. Ne tenê ji van êrişan ev kes birpirsiyarin belkî berpirsên ji hemû provoksyonên li Şengalê. Divê gelê me van kesan di nava xwe de neparêze û wan ji nava xwe derxe.”