Li Minbicê civîn ji jinên endamên eşîran re hate lidarxistin

Li Minbicê di çarçoveya pêngava bi dirûşmeya "Xwe birêxistin bike, li ber xwe bide û azadiyê bidest bixe" de  ku ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve hatiye ragihandin de du civîn ji jinên endamên eşîran re hatin lidarxistin.

Li Minbicê civîn ji jinên endamên eşîran re hate lidarxistin
Li Minbicê civîn ji jinên endamên eşîran re hate lidarxistin
Li Minbicê civîn ji jinên endamên eşîran re hate lidarxistin
Li Minbicê civîn ji jinên endamên eşîran re hate lidarxistin
Li Minbicê civîn ji jinên endamên eşîran re hate lidarxistin
15 hezîran, 2022   16:48
MINBIC

Civîn li mêvanxaneyên şêx Mihemed Sadiq El-Esîdî û Hesen Kohat ya li gundê El-Heye ya rojhilatê bajar bi beşdarbûna Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê  ya Minbicê Ezab Ebûd, Berdevka ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir, endamên partiyê yên bajar û gundewarên wê, hevjînên endamên eşîran hate lidarxistin.

Di civînê de Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd têkildarî geşedanên siyasî li herêmê wiha axivî: "Dewleta Tirk gefan li herêmê dixwe. Div her kes ji vê yekê re amade be û van gefan bi awayekî cidî bigrin dest û li hember wan bisekinin. Divê em di yek rêzê de bi hêzên xwe yên leşkerî re bisekinin."

Ezab Ebûd teqez kir ku divê jin baş zanibe ku dewleta Tirk û çeteyên wê îradeya wê ya azad dike hedef da ku bişkîne û nikaribe têbikoşe û li ber xwe bide.

Paşê Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir têkildarî rola jinê li hember gefên dewleta Tirk axivî û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk hevgirtina pêkhateyan dike hedef û ji ber vê yekê jî gefên xwe dûbare dike."

Ibtîsam wiha pêde çû: "Bi hevgirtina pêkhateyan em ê di yek rêzê de li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bisekinin. Em derfetê nadin dewleta Tirk ku dagirkirina xwe ji xaka me re ku bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, berfireh bike."

Di dawiyê civînan de girêdayî girîngiya hebûna mekanîzmeyeke li hember gefên dewleta Tirk, parastina destkeftiyên şehîdan, çawa jin her tim di xetên pêş de be da ku parastina rûmet û xaka xwe bike, nîqaş di navbera beşdaran de hate kirin.

Çalakiyên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê dê heta 19`ê Tîrmehê dewam bike.

(bx)

ANHA