​​​​​​​Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî êrişa li ser Şengalê da

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa li ser  Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî êrişa li ser Şengalê da
15 hezîran, 2022   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Wargeha Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan bi dayîna daxuyaniyekê, êrişa îro ku ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk ve li ser Şengalê çêbûyî, şermezar kir. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaredariya Wargehê Fatma Bîlen ve hat dayîn.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser êrişa li ser Şengalê û got: “ Wek tê zanîn îro di saet 11:30 êrişek ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Şengalê çêbû, di vê êrişê de mirovên sivîl hatin hedefkirin. Em weke gelê Wargeha Mexmûr vê êrişê bi tûndî şermezar dikin, ev bi salane gelê Şengalê li hemberî her cure êrişan serî ne tewandiye û natewîne jî. Her wiha êrişên ku li ser gelê Şengalê tê pêkanîn jî, Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsyar e. Ew dewletên ku destûr didin ji bo ev êriş pêk bên, mirovên sivîl, zarok têne hedefgirtin, dikan, nexweşxane, meclis û hwd dikin hedef em wan şermezar dikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadan ku van êrişan bide sekinandin. Em li gel gelê xwe yê Şengalê ne û êşa wan parve dikin.”

Daxuyanî bi diruşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.