​​​​​​​Hunermendên herêma Cizirê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

TEV-ÇAND, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Hîlala Zêrîn li dijî gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da, di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê heya dawiyê li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin.

​​​​​​​Hunermendên herêma Cizirê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
15 hezîran, 2022   16:36
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Hîlala Zêrîn li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyanî ji bo raya giştî da.

Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ednan Îbrahîm daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Daxuyaniyê wiha dest pê kir “Em weke hunermendên Bakur û Rojhlatê Sûriya yê, dixwezin çand û huner xwe di welatê xwe de, di nav gelê xwe de, di nav aştî û aramiyê de pêk bînin.

Em ne şerxwez in, lê belê dewleta dagirker û şefê wê Erdogan piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî niha dixwezin dîsa welatê me dagir bike, ji ber wê her roj gefan li me dixwe, dixwezê axa me ya pîroz bixe bin lingên xwe yên qirêj û amadekariya êrişên faşîst dike.”

Di daxuayniyê de bêdengiya dewletên garantor der barê gef û êrişên li ser herêmê de hatin şermezarkirin û teqezî bi girîngiya parastina ax û welatê xwe ji dagirkeriyê hate destnîşankirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Heta niha di destê me de amûrên me yên hunerê hene, em hunermend in, rewşenbîr in, lê dema êrişên dagirker pêşkevin em ê bi çekên xwe li ber xwe bidin, dijmin derveyî vê tu çare nehiştiye.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo rawestandina êrişên li ser herêmê banga li tevahî gelê berxwedêr  hate kirin “Banga me ji hemû gelên me re ye jî, li hemberî van êrişan em bi hev re, mil bi mil li ber xwe bidin û xwe biparêzin. Ger em bi ruhê berxwedan Zap, Avaşîn û Metîna ya gerîlayên qehreman tevbigerin wê tu hêz nikaribin me têk bibin, tu hêz ji hêza gelê berxwedêr xurtir nine. Bangewaziya me ji raya giştî û bi taybet ji hunermend û rewşenbîrên hemû gelan re jî heye, ev êrişên dagirker ne tenê li hember gel û axa me ye, ev êriş di heman demê de li hember nirxên mirovahiyê ye, çand û hunera Rojhilata Navîn e, ev êriş li hember şoreşa Rojava ye, li hember jiyana azad û demokratîk ku bi şoreşa  Rojava re pêşketiye. Werin dengên xwe tevlî dengên me bikin, werin em bi dengên xwe bi hev re bilind bikin  ta ku dagirkeriya faşîst cesaret neke ku van êrişan pêşbixe.”

ANHA