Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin

Der barê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker de, rûspî û siyasetmedarên herêma Efrînê kom bûn û rêbazên sekna li hemberî van gefan gotûbêj kirin.

Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
Rûspiyên Efrînê rêbazên sekna li dijî gefên Tirkiyê nîqaş kirin
15 hezîran, 2022   16:07
ŞEHBA

Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) bi diruşma "Bi yekitî û berxwedana xwe em ê planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin", civînek bi amadebûna rûspî û siyasetmendarên serbixwe li naveçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Di civînê de endamê Meclisa Eşîran a Herêma Efrînê Elî Mehmûd armanca lidarxistina vê civînê destnîşan kir û got, li gel êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê pêwîstî bi nîqaşkirina mekanîzmeya bersivandina êrişê heye.

Her wiha mijarên wekî dîroka dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya ji serdema osmanî ve, siyasetên dewleta Tirk, destwerdana wê di karûbarên Sûriyê de, çawa dewleta Tirk xeta şoreşa Sûriyê veguherand û destek da komên çete û herêmên Sûriyê dagir kirin, ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Beşdaran bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî û guhertina demografiya wan herêman .

Piştî nîqaşên berfireh ev xal hatin destnîşanikirin:

-Divê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe berpirsartiya niştimanî di ser her tiştî re bigire, diyalogên niştimanî wekî bingehê sereke yê çareserkirina aloziya Sûriyê û parastina yekitiya Sûriyê qebûl bike.

-Gelê Sûriyê xwedî biryar û maf e ku herêmên xwe bi rêve bibin, gelê Sûriyê xwediyê rastîn ê herêmê ye û divê li hember dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bisekinin.

-Ji Komara Dewletên Erebî û Meclisa Tevkariyê ya Kendavê tê xwestin ku di şerê li hemberî teror û dagirkeriyê Tirk de destekê bide gelê Sûriyê.

-Divê bi hemû rêbazan piştgirî bi xwepêşdanên li herêmên dagirkirî yên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re were nîşandan.

-Divê tevahî hêzên navneteweyî guh nedin bangên dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku dibe sedema koçberkirina bi milyonan şêniyên herêmê, her wiha tevahî hewldanên bi armanca çareseriya siyasî ya li gorî biryarên navneteweyî asteng dike.

-Divê tevahî cîhanê tê bighêje ku heger dewleta Tirk siyasetên xwe li bakurê Sûriyê û herêmê bi dawî neke, dê herêm bibe navenda terorê ku dê ewlehî û aştiya navneteweyî bixin xeteriyê.

-Em bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku gefên dewleta Tirk cidî bigirin û tavilê destwerdanê bikin, helwesteke cidî nîşan bidin da ku hêviyên mayî yên gelê Sûriyê yên di çareseriyeke aştiyane de rizgar bike.

-Li djiî dagirkeriya Tirk û tevahî dagirkeriyan divê berxwedaneke gel ji hemû pêkhateyên Sûriyê were avakirin.

- Ji bo eşkerekirina rastiyan û bersivdana binpêkirinên medyayî yên xerab, divê asta medyaya cidî ya niştimanî were xurtkirin.

-Ji bo hemû beşên civakê dîplomasiya civakê were aktîvkirin.

-Girêdana bi nasnameya niştimanî û vegerandina hemû koçberan bo warên xwe.

ANHA