​​​​​​​Dewleta Tirk li Zaxoyê du weletî birîndar kirin

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Perex ê navçeya Derkar a girêdayî Zaxoyê topbaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Zaxoyê du weletî birîndar kirin
15 hezîran, 2022   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmê wergirtin, di saet 15:20’an de artêşa Tirk a dagirker gundê Perex ê navçeya Derkar a girêdayî Zaxoyê da ber topan.

Li gor zanyariyan, di encama topbaranê de du welatiyên ku tê gotin bav û kur in birîndar bûne û ew ji bo nexweşxaneya Zaxo hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye îro ji beriya saetên nîvro dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sinunê ya Şengalê jî avahiya Meclisa Gel û bazara Sinunê bombebaran kir. Di encama êrişê de bapîr û neviyek xwe yê 12 salî şehîd bûn û 6 welatî jî birîndar bûn.