PDK'ê li Şengalê dest bi provakasyonên nû kir

Piştî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Sinûnê,  komek PDK’yî bi armanca provakasyonê berê xwe dan saziyên Şengalê û daxwaza derketina wan dikin. Li ser vê yekê gele Şengalê li dijî koma provakatîv daket qadê û nerazîbûn nîşan dide.

PDK'ê li Şengalê dest bi provakasyonên nû kir
15 hezîran, 2022   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê sibehê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk dukaneke Kirtasiye û  avahiya Meclisa Gel a Sinûnê hedef girt. Di encamê de gelek welatî birîndarbûn û di encamê de zarokek û bapîrê xwe şehîd bûn.

Piştî êrişê çapemeniya şerê taybet a PDK’ê nûçeyeke derew belav kir û asayîşa Şengalê û YBŞ’ê hedef nîşanda. Her wiha cih neda nûçeya birîndarkirin welatiyan û qetilkirina mirovên sivîl.

Balkêşe hîn rewş li herêmê aram nebûyî, komek kesên girêdayî PDK’ê ji bo provakasyonê şandin ber asayîşa Sinûnê, ji bo bêjin divê hun ji nava Şengalê derkevin.

Li ser vê provakasyonê xelkê Şengalê daket qadê nerazîbûn nîşanî provakasyona PDK’ê dan.

Li gorî Rojnewsê, hîn jî li herêmê rewş aloze û ji ber provakasyona PDK’ê hêzên çekdarî yên Iraqê arasteyê herêmê hatiye kirin.

Hêjayî bibîrxistinêye hîn di kêliyên destpêkê yên êrişa dijî Sinûnê de kesek nasnameya wî ne diyar dema dîmen dikişand bi deng agahiyên li herêmê berovajî kir û diyar kir Asayîş hatiye hedef girtin.

Ev jî dide nişandan ku dewleta Tirk bi agahiya PDK’ê welatiyan hedef girtiye, ji bo pêşî li provakasyonê vekin.