Partiya Sûriya Pêşerojê civînek ji bo nîqaşkirina rewşa dawî li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya dawî li Sûriyê, herêmê û cîhanê zehmetiyên ku li pêş karê partiyê li Dêrazorê derdikevin civînek  li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê civînek ji bo nîqaşkirina rewşa dawî li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê civînek ji bo nîqaşkirina rewşa dawî li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê civînek ji bo nîqaşkirina rewşa dawî li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê civînek ji bo nîqaşkirina rewşa dawî li dar xist
14 hezîran, 2022   14:47
DÊRAZOR

Civîn li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li taxa Seba Kîlo hat lidarxistin. Di civînê de rêvebera Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El-Mihbaş û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El-Mihbaş behsa rewşa siyasî kir û anî ziman ku herêm di qonaxeke dîrokî re derbas dibe ku tê de gel li dijî pergalên zordest serî hildidin.

El-Mihbaş di axaftina xwe de anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye û ne bi armanca parçekirinê ye û teqez kir ku nêrîna Partiya Sûriya Pêşerojê avakirina Sûriyeke nenavendî ye.

Her wiha El-Mihbaş behsa êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û banga hevgirtin û yekitiya pêkhateyên herêmê li dijî êrişankir.

Di dawiya civînê de hate teqezkirin ku berxwedan mafekî rewa ye li dijî guhartina demografî ya ku li herêmên dagirkirî pêk tê û pêwîst e di aliyê siyasî û qanûnî de piştgirî were dayîn ji bo herêmên dagirkirî ji şêniyên wê re werin vegerandin.

(mh)

 ANHA