Li Efrînê revandina welatiyan didome

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî dan zanîn ku  MÎT a Tirk du welatî ji navçeya Cindirêsê revandin.

Li Efrînê revandina welatiyan didome
14 hezîran, 2022   14:21
ŞEHBA

Li Efrînê ya ku bû 4 sal di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên dermirovî û sûcên li dijî xweza û şûnwaran bê navber berdewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Efrînê dane, MÎT a Tirk du welatî ji gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gor heman çavkaniyan, welatiyên revandî Mihemed Ebdo Remedan û Elî Mihemed Hisên in.

 (mh)

ANHA