Şandeyek ji Ewropayê serdana nûnertiya Kongra Star a li Silêmanî kir

Şandeyeke ji rojnamevan û akademîsyenên ewropî serdana nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.

Şandeyek ji Ewropayê serdana nûnertiya Kongra Star a li Silêmanî kir
14 hezîran, 2022   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke ku ji 12 rojnamevan û akademîsyenên ewopî pêk tê, serdana nûnertiya Kongra Star a li Silêmanî ya herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê nûnera Kongra Star li herêma Kurdistanê Lêman Şiwêş û endamên desteya rêveber a nûnertiyê Silava Silêman û Dilvîn Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Beşdaran rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destkeftiyên siyasî, rêveberî, civakî, dîplomasî û leşkerî ku jinan di bin sîwana Kongra Star de bi dest xistine nîqaş kirin.

Her wiha endamên nûnertiya Kongra Star pergal, rêbaz û armancên Kongra Star şîrove kirin.

Her wiha di hevdîtinê de gefên dewleta Tirk a dagirker û rêbaza têkbirina van gef û êrişan hatin nîqaşkirin. Endamên şandeyê teqez kirin ku ew ê têkiliyên xwe yên ji bo piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêş bixin.

Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de dixwestin biçin Rojavayê Kurdistanê lê belê PDK'ê nehişt.

 (mh)

ANHA